Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke DAIŞ herî kêm 75 awareyên Sûriyê dikuje

Otombîleke bombekirî ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve herî kêm 75 sivîlên aware kuştin ku ji şerê li rojhilatê Sûriyê reviyabûn, AFP roja Yekşemê (5ê Mijdarê) got.

Êrîşa Şemiyê li parêzgeha Dêrazorê "herî kêm 75 sivîlên aware di nav de zarok" kuştin û 140 kes birîndar kirin, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdulrehman, got.

"Karwaneke nû ji xelkê aware tevlî kombûnê bûn di dema êrîşê de," wî got.

Aware ji şerê li parêzgehê reviyabûn, ku rejîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi operasyonên cuda şerê DAIŞ dikin.

Şerê li seranserê parêzgeha Dêrazorê hişt ku bi hezarên sivîlan birevin daku rizgar bibin, hinek ji wan yekser çûn biyabanê.

Rêxistina Save the Children payîn dike ku nêzîkî 350,000 kes ji şerê niha yê li parêzgehê reviyabin, ku nîvê wan zarok in.

Hinek ji awareyan penageh li devereke biyabanî ya di destê QSD de li rexê rojhilatî yê Çemê Firatê wergirtine, ku li wê derê êrîşa Şemiyê pêk hat, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500