Nûçeyên Iraqê

DAIŞ baregeha polîsa Şamê bi êrîşkarên xwekuj dike armanc

Sê xwekujan xwe nêzîkî baregeha sereke ya polîsan li Şama paytexta Sûriyê roja Çarşemê (11ê Cotmehê) teqandin, û herî kêm du kes kuştin, AFP ragihand.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di daxuyaniyeke li ser medyaya civakî de êrîş girte stûyê xwe.

Ev êrîş a duyem e di mehekê de ku êrîşkarên xwekuj paytextê dikin armanc, bajarê ku ji xirabtirîn tundûtûjiya li welatê ku şer ew wêran kiriye hatiye cudakirin.

Wezîrê Karê Hundir Mihemed Şaar got ku herdu kesên kuştî efserên polîsan bûn, li gorî ajansa SANA ya fermî.

Du ji xwekujan teqemeniyên xwe li pêşiya baregeha polîsan li kolana Xalid Bin Welîd li navenda Şamê teqandin, wezîr di daxuyaniyekê de got.

"Xwekujên terorîst hewl dan ku derbasî baregeha fermandariya polîs bibin... Pasevanan teqe li wan kirin, ew neçar kirin ku xwe biteqînin berî ku derbasî avahiyê bibin û armancên xwe pêk bînin," daxuyaniyê got.

Polîsan êrîşkarekî sêyem pişt avahiyê dorpêç kirin ku wî jî xwe teqand, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500