Nûçeyên Iraqê

Misir navbênkariyê di agirbesta li başûrê Şamê de dike

Çend hêzên Sûrî li ser agirbesta li başûrê Şamê li hev kirin bi însiyatîveke Misrî-Rûsî, Malpera rojnaeya Ehram roja (12ê Cotmehê) eşkere kir.

Agirbest di naverba komên Ceyş el-Îslam û Ceyş el-ebabîl û Eknaf Bêt El-Meqdis de pêk hat.

Piştî civîneke di navbera hêzên Sûrî, Mehemed Elûş, serokê bîroya siyasî ya Ceyş el-Îslam, sipasiya Misrê bo rola wê di gotûbêjan de û bo handana gihiştin bi çareseriyeke siyasî ji qeyrana ku li welat dewam dike.

Rêkeftin dixwaze ku deriyên di dest milîtanan de li deverê vebike, daku rê bide şêniyan ku di wan re derbas bibin, û dawiyekê ji awarebûna bi zor a şêniyan re deyne.

Herwiha derî vekiriye ku her hêzek di rêkeftinê de bibe alî eger xwesteka wê ya çareseriyê hebe.

Elûş got ku Misir pêdagîrî kir ku dê bidawîkirina dopêça li ser herêma Xûteya Rojhilatî û gihandina hewarçûnên ku têra bidawîkirina zehmetiyên şêniyên herêmê bikin beşek bin ji rêkeftinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500