Dozgerê bilind ê Swîsra roja Pêncşemê (21ê Îlonê) sê lîderên ji grûpeke Îslamî ua naskirî tometbar kir ji ber berhemanîn û belavkirina îdiakirî ya propagendeya tundrew, AFP ragihand.
Tometbar ligel Encumena Îslamî ya Navendî li Swîsra kar dikin û di nav wan de serokê wê Nicolas Blancho û berdev Qsim Ilî ne jî.
"Ofîsa Dozgerê Giştî îdia dike ku tometbar binpêkirin pêk anîne li gorî Biryara Federal a Qedexekirina Qaîde, 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) û rêxistinên girêdayî wan," di daxuyaniyê de hat gotin.
Li gorî Ofîsa Dozgerê Giştî, serokê "rêveberiya berhemanîna kultûrî" ya encumenê, Neyîm Şernî, 2015an çû Sûriyê û li wir fîlm bi lîderekî naskirî yê Qaîde re çêkirin.
Ew fîlm, ku dozger dibêjin gihiştiye propagendeya cîhadîst, "bi rêya medyaya civakî û bi awayekî eşkere" ji aliyê Blancho, Ilî û Şernî hatin belavkirin, Ofîsa Dozgerê Giştî got.