Polîsê Iraqî 25 kesên daxwazkirî, endamên şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nav de, li gundekî li rojavayê Kerkûkê girtin, polîsê Kerkûkê roja Pêncşemê (17ê Tebaxê) ragihand.
"Bi hevahengî ligel hêzên pêşmerge, polîs sibeha roja Pêncşemê operasyoneke êrîş û lêgerînê li gundê Becwan li navçeya Dibs pêk anî," berdevkê polîs eqîd Selam Caf ji Diyaruna re got.
Operasyon, ku li ser bingeha agahiyên istixbaratî, gehişt encama girtina 12 gumanlêkiryên bi terorê û 13 gumanlêkiriyên din, wî got.
"Çekên sivik û navincî, û darikên dînamît ligel girtiyan hatin girtin," wî got.