Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûriya Demokratîk DAIŞê ji nîvê Reqayê derdixe

Hêzên Sûriya Demokratîk "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji nîvê asêgeha rêxistinê ya Sûrî Reqayê derxist, AFP roja Çarşemê (26ê Tîrmehê) ragihand.

"Tevî berxwedana dijwar ji aliyê DAIŞê ve, aniha QSD 50% ji bajarê Reqayê kontrol dike", Ramî Ebdul Rehman, rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

Êrîşa QSD ji aliyê êrîşên asmanî, şêwirmendên hêzên taybet, amûr û çekên ji hevpeymaniya navdewletî ve ku şerê DAIŞê li Sûriye û cîrana wê Îraqê dike, tê piştgirîkirin.

Berdevka QSD a operasyona Reqayê got ku kêmî nîvê bajar li jêr kontrola QSDê ye.

"Ji sedî çil û pênc ji Reqayê hatiye rizgarkirin. Hêzên me li ser hemû aliyan pêşve diçin," Cîhan Şêxê Ehmed roja Çarşemê got.

"Her çiqasî girêk li dor sukra DAIŞê tengtir dibe, ew qasî ew bi awayekî dijwartir û xurttir şer dike," Ehmed got.

DAIŞ yekem car dest danî ser Reqayê di destpêka sala 2014an de, ji wî çaxî ve bajar bûye hemwate ji kirêtên herî stemkar ên ku rêxistinê kirine.

Tundrewan li wê derê xelk serjê dikirin û tê gotin ku wan Reqa weke navend bikar tanî ji bo ku êrîşan li seranserî cîhanê plan bike.

Dema DAIŞ ji Reqayê hate derxistin, pêşbînî heye ku desteyek a bi navê Encumena Sivîl a Reqayê karûbarên bajar ên îdarî birêve dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500