Nûçeyên Iraqê

Amerîka dest bi şandina çekan bo şervanên QSD kir li Sûriyê

Amerîka roja Sêşemê (30ê Gulanê) dest bi radestkirina çekên sivik bo şervanên ku li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dicengin kir, AFP ragihandin.

Raguhestina çekan, berî êrîşeke ku hatiye da careke dî bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê vegerîne, dest pê kiriye, asêgeha DAIŞ ya sereke ya dawî li welat.

"Me dest bi veguhezandina çekên sivik û wesayîtan" bo endamên QSD kir, berdevkê Pentagonê raid Adryan Rankîn-Galoway, got.

Wî anî ser ziman ku di nav çekan de AK-47s û tifingine maşîn ên biçûk ji cûreya Kaluber hene.

Aniha Hêzên Sûrîya Demokrat çend kîlometran ber bi Reqayê li ser gelek anîyan bi pêş ve çûne.

Di heman demê de, tabûreke şervanên Sûrî yên ereb roja Sêşemê gihane nêzîkî herêmên derdora Reqayê, berdevkê yekîneyan û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov gotin.

"Hêzên me 400 mitrî dûrî Mişlibê ne", taxeke li rojhilata herêma derdora bajarê Reqayê ye, berdevkê Hêzên Sûrî yên Bijarde Mihemed Xalid Şakir got.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku pêşketin encama êrîşa asmanî ya hevpeymanîyê ye.

Şakir got tabûra wî ne beşeke ji Hêzên Sûrîya Demokrat lê "komeke serbixwe ye di nav hevpeymanîya navdewletî de” ya ku tevgera xwe "bi hevahingî û hevkarîya" hevpeymanîyê kir.

Hêzên Sûrî ên Bijarde di sala 2016an de hatin sazkirin, Ebdul Rehman got, endamên vê hêzê ji eşîrên ereb ên parêzgeha Reqayê û parêzgeha cirana wê Dêrazorê ne.

Ehmed Cerba serokê tabûrê ye, yê ku serkêşîya desteya opozîsyona Sûrî ya herî bilind, Hevpeymanîya Netewî salekê ji Tîrmeha 2013an ve kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500