Hêzên Îraqî yên hevbeş 12 gund li başûr-rojavayê Mûsilê di şerê herdu rojên dawî de rizgar kirine, Fermandarê Operesyonên Nînewayê ferîq Ebdul Emîr Yarela îro Çarşemê (26ê Nîsanê ) got.
"Hêzên me 12 gund li rojavayê Mûsilê rizgarkirine -- Museltan, elbu Elwan, Debsa, Xinêfîs, Tel Helala, Tel Recîm el-Eserî, el-Asûrî, Huweydar, Selal, Uleyba, Uleyba Şerqîya û Uleyba Xerbîya," wî got, anî ser ziman jî ku wan ala Îraqî li wan taxan bilind kir.
"Devara ku aniha "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) kontrola wê dike li rojavayê Mûsilê bûye kêmtir ji 30%," wî ji Diyaruna re got.
"DAIŞ êşa wendahiyên giran dikşîne," wî got, diyar jî kir ku "hevpeymanîya navdewletî herwiha armancên DAIş ên bingehîn bombebaran kirin û gelek xisaretên giran gihandin refên girûpê".