Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî taxa Tenek li rojavayê Mûsilê kontrol dikin

Hêzên hevbeş ên Îraqî yên şerê "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIş) li rojavayê Mûsilê dikin, taxa Tenek bi temamî rizgarkirin, Fermandarê Operesyonên Nînewa ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re îro Sêşemê (25ê Nîsanê) got.

"Di berbanga roja Sêşemê de, hêzên Îraqî bi pişgiriya hevpeymaniya navnetewî dest bi êrîşeke bi baldarî plankirî kirin û taxa Tenek bi temamî vegerandin," wî got.

"Niha ew li devera Xanim el-Said li Hey el-Sinayî ne," Yarelah got.

"Herî kêm, di operesyonê de, 30 terorîst hatine kuştin û bi dehan hatine birîndarkirin û girûp ji ber xisarên madî yên giran dinale," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500