Nûçeyên Iraqê

Tîma propagandayî ya DAIŞ di êrîşên esmanî li Qaim hate kuştin

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞê) dike îro Pêncşemê (31ê Adarê) got ku wê serkêşekî propagandayê û hevkarên wî di êrîşeke esmanî de li bajarokê Qaim yê li rojavayê Îraqê kuştin, AFP ragihand.

Îbrahîm Ansarî "rêberekî girîng yê DAIŞ bû", berdevkê Hevpeymaniyê eqîd Jozêf Skroka got.

Berpisyarê propagandayî rêberek bû di tekoşîna di derbarê bangeşê de ji bo tejnîdkirina şervanên biyanî û handana "êrîşên terorî" li welatên rojavayî, Skroka ji peyamnêran re got.

Êrîşên esmanî, ên ku roja 25ê Adarê hatin kirin, herwiha çar endamên din ê DAIŞ kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500