Nûçeyên Iraqê

Îraqî pêşketinên zêdetir li Mûsilê pêk tînin

Hêzên Îraqî roja Înê (24ê Adarê) devera Keracat li derdora Bajarê Kevin yê li rojavayê Mûsilê û tevahiya devera kolana pêşesazî ya li qeraxa taxa Abar rizgar kirin, Fermandarê Operasyonên Nînewa ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

"Di şerên îro de hêzên me 12 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin, çarên biyanî di nav wan de hebûn," wî got.

Tevî barana berdewam û keşûhewaya xerab, hêzên hevbeş yên Îraqî di êrîşkirina li ser molgehên DAIŞ de bi piştgiriya asmanî ji hevpeymaniya navdewletî berdewam in, wî got.

Êrîşeke hevpeymaniyê roja Pêncşemê lîderekî bilind yê DAIŞ û du alîkarên wî kuştin, Ajansa Dije-Terorê di daxuyaniyekê de got.

"Balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî êrîşek li ser Ebû Ubeyda, terorîstekî bilind yê DAIŞ e, li nêzî Mizgefta Beha el-Dîn li taxa Necar li rojavayê Mûsilê pêk anîn û ew û du alîkarên wî kuştin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500