Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî du deverên nû yên rojavayê Mûsilê rizgar dikin

"Hêzên Iraqî bêhtir li rojavayê Mûsilê bi pêş ve çûne û du taxên nû ji destên DAIŞ rizgar kirine," berpirsyarekî serbazî yê payeberz îroj Pêncşemê (9ê Adarê) got.

"Hêzên Îraqî taxa Mualimînê û devera Sîloyê rizgar kirine û ala Iraqî li ser avahiyên wan bilind kiriye," Fermandarê Operasyonên Nînewa, emid Ebdilemîr Reşîd Yarela, di daxuyaniyeke kurt de got.

"Operasyona paqijkirinê niha dest pê dike daku deverên rizgarkirî ji bermahiyên şer û teqemeniyan bêne paqijkirin," daxuyaniyê got.

"Di heman demê de, operasyonên berfireh li rojava û bakurrojavayê Mûsilê ji bo rizgarkirina taxa Nabulsê li dar in," eqîdê di artêşa Iraqî de, Saedûn Juranî, ji Diyaruna re got.

"Me dest danîn ser gelek çek û belegeyên ku DAIŞ li şûna xwe hiştibûn," wî got.‏

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500