Lîderekî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yê bilind li parêzgeha Diyala di êrîşeke ji nişka ve li deverê Hoz el-Zor de hat kuştin, Wezerata Hundir a Iraqî roja Duşemê (6ê Adarê) got.
"Ajansa Dije-Terorê û hêzên polîsên xwecihî li parêzgeha Diyala Macid Ensarî, lîderekî DAIŞ yê ku berpirsê deverê ku bi nav Hoz el-Zor e, kuştin," berdevkê wezaretê Emîd. Saad Maan ji Diyaruna re got.
Ensarî û sê alîkarên wî di êrîşên piştre de hatin kuştin, wî got, û anî ziman jî ku hêzên ewlekariyê teqemenî û êlekên teqîner li avahiya ku ew di nav de diman dîtin.