Wezareta Hundir ya Iraqî got ku di sala 2016an de 247 şaneyên terorê hatin têk birin û 326 wesayitên tejî teqemenî hatin rûxandin, li gorî daxuyaniya roja Duşemê (9ê Kanûna Duyemê).
"Tîmên pispor ên wezaretê 6,738 bombeyên bidestçêkirî, 146 bombeyên zeliqandî, û 147 wesayitên tejî teqemenî pûç kirin, û wan 2,940 terorîst kuştin û 291 girtî rizgar kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Herwiha, dest li ser 179 otombîlên bombekirî û 161 êlekên teqîner hat danîn, daxuyaniyê got.
"Hewlên hewalgirî yên wezaretê roleke mezin û bandorvan ya dijî-terorê [di şerkirina li hember tawanan de] bi rêya peydakirin û şirovekirina agahiyan lîst," daxuyaniyê got.