Berpirsên Belcîkî roja Çarşemê (7ê Kanunê) du Kosovî û Sirbiyek bi tawanên terorî li ser gumanên ku wan alîkarî di çekdarkirina çekdaran bo Sûriyê û komkirina pereyan ji bo "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de kirine tawanbar kirin, AFP ragihand.
Dadwerekî dije-terorê sê kes ji heşt kesên ku di dema operasyonên girtinê de roja Sêşemê li seranserî Belcîkayê hatibûn girtin di girtîgehê de hiştin, lê yên mayî piştî lêpirsînê serbest berdan, dozgerên federal gotin.
Hersê zilamên, ku hemû di 20an de ne, "bi beşdariyê di çalakiyên komeke terorîst de hatin tawanbarkirin", ofîsa dozgeriyê di daxuyaniyekê de got.
Piştî operasyonên girtinê roja Sêşemê, ofîsa dozgeriyê got ku ew kesên girtî "guman li ser wan hebûn ku beşdarî çekdarkirina xelkê daku biçin Sûriyê û piştgiriya darayî bo DAIŞê bûne".