Nûçeyên Iraqê

Bosna 7 tundrew bi sedema tevlîbûna DAIŞ li Suriyê zindan kirin

Dadgeheke tawanên terorî li Serejîvo roja Duşemê (31ê Cotmehê) 7 Bosnî bi kiryarên tundûtûj tawanbar kir û ew bi sê sal zindan ceza kir ji ber ku ew li Sûriyê tevlî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bûbûn, AFP ragihand.

"Ev zilam bi bichiştina Bosna di sala 2013an û 2014an de û tevlîbûna rêzên rêxistina DAIŞ a terorî tawanbar in," dadwer Mirsad Strika derbarê cezayê got.

"Wan beşdarî di kiryarên terorî de kiriye û ew mukur hatin ku ew li xaka Sûriyê bûn," Strika got.

Tenê ji van heft kesên tawanbarkirî, bi tenê kesekî ku bi 23 meh zindan hatine cezakirin li dadgehê bû daku cezayê li derheqê xwe bibîne. Ew ên din, hemû li mal girtî ne, parêzerên wan nûneratiya wan kirin.

Du tawanbarên ku bi 22 meh zindan hukum bûn bi tawana hebûna çekên neyasayî, weke tifenga otomatîkîû dehên narincokan, hatina tawanbarkirin.

Çûna Bosna bo Sûriye û Iraqê heme bêje rawestaye, lê belê dora 200 kesan heta navenda sala 2016 mabûn, ji 330 kesên ku çûbûn wir, gelek ji wan jî jin û zarok bûn, li gorî berpirsan û hejmarên fermî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500