Hêzên Iraqî zêdetir ji 170 malbatên Iraqî ji Girava Hîtê beriya êrîşa nêzîk a vegerandina deverê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ewlekirin, fermandariya polîsê Enbarê roja Duşemê (3yê Cotmehê) got.
"Hêzên hevbeş ên Iraqî korîdorên ewle peyda kirin û 173 malbat ji Hîtê û deverên li ser herdu qeraxên Çemê Firatê bi dûr kirin û ew veguhestin cihekî ewle," birêverê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayc ji Diyaruna re got.
"Ewlekirin ji bo amadekirina êrîşên li ser giravê pêk tên," Erzayc got.