Xwekujan êrîşê du taxên Şîe li paytexta Iraqê Bexdayê roja Duşemê (3ê Cotmehê) kirin û herî kêm 10 kes hatin kuştin û bêtir ji 30 kesan jî di êrîşên ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kir sitûyê xwe de birîndar bûn, AFP ragihand.
Di êrîşa herî kujêner de, xwekujekî êrîşî bazarekê li taxa Emil li başûrê Bexdayê kir û herî kêm şeş kes hatin kuştin û 16 ne din jî anjî zêdetir birînar bûn.
Xwekujekî din teqemenî li nêzî gerajeke taksî û otobûsan û konekî froştina şerbetan li ser cadê ji bo hatûçûyîneran weke karekî olî teqand û herî kêm çar kes hatin kuştin û 18 kes birîndar bûn.