Nûçeyên Iraqê

Qonaxa duyem ji operasyona Girava Xalidiya destpê dike

Hêzên Iraqî dest bi qonaxa duyem ji operasyona rizgarkirina Girava Xalidiya kirin, ku armanca wê paqijkirina gund û navçeyên derdorê yên mayî ji her hebûneke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Înê (19'ê Tebaxê) got.

“Operasyon ji navenda Girava Xalidiya destpê kir ku bi temamî di qonaxa yekem de hat rizgarkirin,” Fermandarê Operasyonên Serbazî yên Enbarê Lîwa Îsmaîl Mehelawî ji Diyaruna re got.

Agahî texmîn dikin ku nêzîkî 150 çekdarên DAIŞê li deverê hene, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500