Nûçeyên Iraqê

NY rejîma Sûriyê vedixwîne danûstandinên aştiyê yên nû

Cîgirê şanderê NY bo Sûriyê Remzî Îzzeldîn Remzî roja Yekşemê (31'ê Tîrmehê) Şam vexwende danûstandinên aştiyê yên nû ligel opozisyonê di dawiya Tebaxê de, AFP ragihand.

Şanderê taybet ê NY Staffan de Mistura berî niha gotibû ku ew dixwaze "gereke sêyem a danûstandinên di navbera Sûriyan de di dawiya Tebaxê de dest pê bike" piştî ku du gerên din ji danûstandinan vê salê binketî temam bûn.

"Min wezîr û cîgirê wî agahdar kirin bi niyeta şanderê taybet de Mistura ji bo nûhewldan ji bo pêkanîna danûstandinên di navbera Sûriyan de di dawiya Tebaxê de," Remzî piştî civîna ligel Wezîrê Derve Welîd Muelim û cîgirê wî Feysel Muqded got.

Wî got ku Muelim "niyeta hikûmeta Sûriyê ji bo başdarbûnê di danûstandinan de dema destpêkirina wan piştrast kir".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500