Nûçeyên Iraqê

Artêşa Sûrî agirbesta 72 saetane radigihêne

Artêşa Sûrî roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) got ku ew çavdêriya agirbesteke 72 saetane li seranserî wilat dike hevdem ligel cejina Remedanê ya sê-rojî, AFP ragihand.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê medyaya fermî ve het weşandin, artêşê "rejîmeke bêdeng" li seranserî welat ragihand bo 72 saetan ji 1 şeva 6'ê Tîrmehê heta nîvê şeva 8'ê Tîrmehê.

Daxuyaniyê diyar nekir ku çalakiyên serbazî yên li dijî girûpên tundrê weke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) anjî Eniya el-Nusra di nav agirbestê de ne anjî na.

Ti nîşaneke di cih de nebû ku diyar bike hêzên opozisyonê dê bi agirbesta nû pêbend bin.

Hewildanên berê ji bo bicîanîna agirbesta li Sûriyê çend caran bi serneketine.

Tevî ragihandina agirbestê, deverên rojhilatê Helebê sibeha Çarşemê di bin agir de bûn, li gorî şêniyan û Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirovan.

Li rojhilatê el-Meşed, sivîlek hat kuştin û çend sivîl birîndar bûn dema top li nêzîkê mizgeftekê ku nimêjên cejinê têde lidar diketin ketin, Çavdêrgehê got.

"Topbaran ji serê vê sibehê li ser taxê dibarîn," niştecih Ehmed Nasif got

Agirbest "mijareke gotûbêjê bû ye" di navbera 22-dewletî Girûpa Piştgirya Sûrî, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Con Kêrî roja Çarşemê got, anî ziman jî ku wî ligel Rûsiya kar dikir,ku ew jî ligel Dewletên Yekbûyî yên Emerîka hevserokatiya Girûpa navdewletî ya Piştgirya Sûrî dike, û hinek beşdarên din jî ji bo gihiştin bi agirbesteke berdewam.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500