Nûçeyên Iraqê

Iraq yekem bargeha polîsan li Felûce vedike piştî têkçûna DAIŞ

Yekem bargeha polîsan li Felûce hat vekirin,ji bo vegerandina ewlekarî û sîstemê piştî bi dawîhatina operasyonên leşkerî yên li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajêr, serokê polîsên Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic roja Sêşemê (5êTîrmehê) got.

Artêşa Iraqî dûbare Felûca bi temamî roja 26'ê Hezîranê kontrol kir piştî derxistina dawîn molgehên çekdarên DAIŞ ên mayî ji taxên wê.

"Vekirina baregeha polîsan hevdem bi vegerandina westgeha vemirandina agir û derbasbûna tîmên endazyaran tê daku teqemenî bên hilanîn beriya ku tîmên çakirinê û paqijkirinê derbasî nav bajarok bibin," wî ji El-Şurfa re got.

Hêzên Îraqî ji bo bi bilez vegerandina şêniyan bo bajarok û bi dawîanîna hebûna wan di kampên awarebûnê de tevdigerin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500