Hêzên Iraqî dest bi pêşketinê ber bi navenda bajarê el-Şirqat ve li parêzgeha Selaheddîn kirin, deverên bêtir paqij dikin ji bo rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Hundir roja Pêncşemê (30ê Hezîranê) di daxuyaniyekê de got
"Bêtirî 15 kîlometrên navbera çarêya el-Şirqat û navenda bajêr ji aliyê ajansa dijeterorê û hêzên artêşa Iraqê ve hatin paqijkirin," di daxuyaniyê de hat gotin.
"Telûl el-Bac yek ji deverên rizgarkirî ye," daxuyaniyê got.
"Em dê serkeftinê rabigihînin û bajêr di demeke herî kurt de bi temamî rizgar bikin," di daxuyaniyê de herwiha hat gotin.