Nûçeyên Iraqê

Aliyên xêrder di bicîkirina sozên xwe ji bo penaberên Surî de giran in: Berpirsekî UNHCR

Piştî çar mehan ji soza hêzên cîhanê bi dayîna zêdetirî 11 milyar dolaran ji bo alîkariya cîranên Sûriyê bikin bo krîza penaberan , kêmtirî çarêka pereyan hatine komkirin, AFP roja Çarşemê (15ê Hezîranê) ragihand.

"Ez dibînim ku têkçûneke komî heye ku divê were çareserkirin," Emîn Ewad, rêveberê Komîsyona Bilind a Penaberan a NY ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê.

Ji Sibatê ve, dema ku wezîrên derve yên tevahiya cîhanê di konferansa xêrderan de li Londonê civiyan, tenê $2.5 milyar hatine xerckirin.

Ev di şêweya deyn û pêdanan de ku ji bo hewcedariyên taybet weke pêdanên xwendekarî û alîkariyên mirovî yên rasterast, lê ev yek weke pêwîst nehatiye selmandin.

"Dibînim ku dewletên di pêş de dilgiran in û hest dikin ku ew bi tena serê xwe man," Ewad got.

Wî got ku ew naxwaze bibîne ku ajansa penaberan a NY bikeve nav gengeşeyeke niştîmanî, lê ew pir eşkere ye derbarê metirsiyên bicihnekirina sozan.

"Divê em li mijarên ewlekariyê ku niha cîhan li wan dinêre binêrin," Ewad got.

"Divê em li radîkalbûnê binêrin, divê em li tevgera girseyî ya gel binêrin, û bêhêviya ku ew penaber rûbirû dibin bibînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500