Hêzên Iraqî roja Çarşemê (1ê Hezîranê) pireke girîng li bakurê Felûce rizgar kirin weke beşekê ji operasiyonên aniha ji bo rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Berevaniya Iraqê got.
"Artêşê sibeha roja Çarşemê pira el-Seqlawiya ya girîng rizgar kirin ku rêya navdewletî ya bakurê Felûce bi navenda bajar ve girê dide," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Artêşê herwiha deverên derdora pirê jî rizgar kirin û dawî li hêza DAIŞ a ku pir kontrol dikir anî, otombîlên wan şewitandin, daxuyaniyê got.
Kar berdewam e ji bo temamkirina rizgarkirina rêya ku diçe Felûce, daxuyaniyê got.