Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tehrîr el-Şam mehane 250,000 dolar ji derxistina sivîlan bi qaçaxî ji Idlibê qezenc dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanên Sûrî di karwanekî qaçaxçîtîyê de li ser sînorê Sûrî-Turkî. [Wêne ji rûpela Facebook a Çavdêrê Bakûrê Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Ciwanên Sûrî di karwanekî qaçaxçîtîyê de li ser sînorê Sûrî-Turkî. [Wêne ji rûpela Facebook a Çavdêrê Bakûrê Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Li gorî çalakgerên herêmî, Tehrîr el-Şam bi çavdêrîya qaçaxçîtîya sivîlan li ser sînorê, bazirganîyê bi jîyana wan re dike ku dixwazin ji herêma Idlib ya Sûrîyayê derkevin, ew hem ji yên dixwazin birevin û hem jî ji qaçaxçîyan pere distîne.

Wan dîyar kir ku ev koma ku hevbendîyeke tundrew e ku endamên berê yên Enîya Nusrayê ya girêdayî Qaîdayê tê de serdest in, mehane herî kêm 250,000 dolar ji qaçaxçîtîyê qezenc dike.

Ew kesên ku sivîlan bi qaçaxî derbasî Turkîyayê dikin li bajarê Idlibê û gund û bajarên derdorê baş hatine nas kirin, çalakgerekî xwecihî Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Idlibî da zanîn ku ev navbênkar wan kesên ku dixwazin sînorî derbas bikin tînin cem hev û wan radestî komek din dikin ku wan dibe qiraxên parêzgeha Idlibê û li wê derê pere ji wan distîne. Paşî kesek pereyan dibe ofîsa sînorê ya Tehrîr el-Şam da ku heqê derbasbûne bide.

Pisûleyeke ku diselmîne ku Tehrîr el-Şam heqê 'mehrem' ji her jinek an keçekê digre ku bi serê xwe ji sînor derbas dibe bêyî ku zilamekî xizmê wê bi wê re be. [Wêne ji rûpela daraj.com hatiye wergirtin]

Pisûleyeke ku diselmîne ku Tehrîr el-Şam heqê 'mehrem' ji her jinek an keçekê digre ku bi serê xwe ji sînor derbas dibe bêyî ku zilamekî xizmê wê bi wê re be. [Wêne ji rûpela daraj.com hatiye wergirtin]

Wî got ku ofîsa sînorî "di navbera 50 û 100 dolaran ji her kesek digre", û da zanîn ku serokê qaçaxçîyan bi piranî endamekî Tehrîr el-Şam e an jî kesekî ye ku têkilîya wî ya nêz bi yek ji emîrên komê re heye.

"Bi gotineke din, her tişt bi tevahî ji hêla Tehrîr el-Şam ve tê kontrol kirin û çavdêrî kirin, bi taybetî ewlehîya rêya di nav axa Sûrî de û dabînkirina xanî û xwarin [ji bo sivîlên qaçax] li xanîyên nêzîkî sînor heya dema rast a derbasbûnê were," wî got.

Tehrîr el-Şam sê xalên pişkinînê li ser rêyên sereke yên qaçaxçîtîyê danîne, ku ew xalên pişkinînê yên Dorrîye, Zewf û Alanî ne, wî got.

Idlibî got ku "Her kesê ku hewil bide ku bêyî agahdarkirina Tehrîr al-Şam qaçaxçîtîyê bike neçar dibe ku rêyeke dirêj ku dora şeş demjimêran dirêj dike bikar bîne, û eger ew bê girtin, bi 10,000 dolaran tê sizakirin," û da zanîn ku ev qaçaxçî gelek caran sivîlên li ser sînor dihêlin û direvin.

Gerana bi dû jîyaneke baştir

Mihemed Bêk, çalakgerekî Sûrî ku demekî li Turkîyayê ma berî ku vegere Sûrîyayê, got ku wî gelek Sûrîyên ku karîn ji Idlibê birevin û bi dizî biçin nav Turkîyayê nas kirine.

"Piranîya wan hêvîya jîyaneke çêtir dikin, û ku ne tenê li Turkîyayê bicih bibin lê berevajî xewna wê dibînin ku biçin Ewropa û mafê penaberîyê werbigrin," wî ji Diyaruna re got.

Bêk got ku kesên ku wî pê re hevdîtin kirîye gotine ku heqê qaçaxçîtîyê di navbera 400 heya 1,500 dolaran de ye - bêyî xercên ji bo mayina li nêzîkî sînor û ji bo ofîsên sînorî yên Tehrîr el-Şam têne dayîn.

Qaçaxçî herwiha sivîlan neçar dikin ku ji bo derbasbûneke "garantîkirî" zêdetir pere bidin, wî got.

Kesên ku bi qaçaxî derbasî Turkîyayê bûne piştrast kirine ku Tehrîr al-Şam ji her keç û jineke ku dixwaze bi serê xwe derbas bibe, bêyî mehrem (zilamekî xizmê wê) heqeke zêde digire. Bêk got, kom zilamekî erkdar dike daku bi wê re be.

Bi lêkdana hejmara kesên ku dixwazin bi perêyên ku ew didin Tehrîr el-Şam daku birevin, Bêk texmîn kirîye ku kom mehê ji 250,000 dolaran zêdetir ji karên xwe yên qaçaxçîtîyê bi dest dixe.

Wî got ku ji bilî pereyên ku kom ji sivîlan berhev dike, ew herwiha parekê ji pereyên ku qaçaxçî berhev dikin jî digire.

Bêk dîyar kir ku nêzî 2,000 kes tevlî qaçaxçîtîyê bûne, di nav wan de navbênkar, alîkar, qaçaxçî, endamên Tehrîr el-Şam û hin sivîl hene ku xizmetên lojîstîkî li hember pereyan li deverên bêhnvedanê pêşkêş dikin ku komên ku li benda derbasbûnê ne lê dimînin.

"Çavkaniyên darayî yên Tehrîr el-Şam di mehên dawî de gelek kêm bûne, ji ber vê yekê wê dest bi lêgerîna li çavkanîyên nû yên dahatê kir," rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Wî got ku komê sûtemenî û pêdivîyên din qorex kirine û ew buhayên wan bi berdewamî bilind dike, ligel standina bacan û pereyên zekatê.

Wî got ku "Kom bi fermî qaçaxçîtîya sivîlan, ku ji ber rewşa xerab a ewlehî û aborîyê dixwazin ji herêma Idlibê derkevin, li çavkanÎya xwe ya dahatê zêde kir," û anî ziman ku qaçaxçîtîya sivîlan ne tenê karê derbaskirina sînorê Turkîya ye lê herwiha derbaskirina bo herêmên di bin kontrola rejîmê de ne jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500