Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên dijwar yên Rûsî sivîlan li Idlibê birîndar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Balefireke şer a Rûsî li asmanê bajarê Idlibê tê dîtin. [Wêne ji Nûçegihênê Sûrî hatiye wergirtin]

Balefireke şer a Rûsî li asmanê bajarê Idlibê tê dîtin. [Wêne ji Nûçegihênê Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî yên ku parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê di dawîya heftîyê de armanc kirin hejmarek ji sivîlan birîndar kirin û hiştin ku hineke din ji deverê birevin ji ber tirsa ku dibe ev êrîş destpêka operasyoneke serbazî ya mezintir be, çalakgerekî Duşemê (21ê Îlonê) ragihand.

Raportên mîdyayê dibêjin ku êrîşên asmanî Tehrîr el-Şam armanc dikirin.

Bêbtir ji 20 êrîşên asmanî li derdora Idlibê hatin pêkanîn, piranîya wan deverên dehl li rojavayê bajar û hawîrdorên bajarokên Sijir û Kefer Calis armanc kirin, çalakgerê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha bajarokê Betenta û gundê Ereb Seîdê li bakur û rojavayê Idlibê bûn armanca êrîşên asmanî yên Rûsî.

Duman ji devereke ku balefirên şer ên Rûsî lê xistine li nêzî bajarê Idlibê bilind dibe. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Duman ji devereke ku balefirên şer ên Rûsî lê xistine li nêzî bajarê Idlibê bilind dibe. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî kesekî ji ber bombebarana rejîma Sûrî birîndar bûye li bajarokê Balyûnê li başûrê parêzgeha Idlibê vediguhezin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî kesekî ji ber bombebarana rejîma Sûrî birîndar bûye li bajarokê Balyûnê li başûrê parêzgeha Idlibê vediguhezin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgeran ragihand ku neh balefirên şer êrîş bi cih anîn, û ew ji baregeha cewî ya Himêmîmê li Laziqîyayê rabûn.

Xûzeyên Sipî ragihand ku ew çûn cihê bombebaranê, û wan alîkarî di rizgarkirina birîndaran û vemirandina agiran de kir.

Esaf got ku tirs di nav niştecihên sivîl de belav bû ji ber deverên armanckirî gelekî nêzî malên sivîlan û kampên bêwarîyê bûn. Vê yekê hişt ku gelek ber bi deverine ewlehtir ên li hundirê parêzgehê ve birevin.

Wî got ku bêwar vê dawîyê vegerîyane van deveran, daku ji şert û mercên zehmet li kampan hevdem ligel belavbûna peteya vayrûsa koronayê (COVID-19) birevin.

Esaf got ku êrîşên asmanî hevdem bûn ligel bombebarana dijwar ji alîyê hêzên rejîma Sûrî ve, yên ku gundê Iştebreqê li gundewarê Cisr el-Şixûrê, li rojavayê bajarê Idlibê, armanc kirin.

Wî dîyar kir ku hatiye lihevkirin ku ev deverine kêmkirina şer in û divê derveyî operasyonên serbazî, bombebaran û êrîşên asmanî bin.

Wî got ku herwiha bombebarana rejîma Sûrî devera Sehl el-Xab jî li bakur-rojavayê parêzgeha Hemayê armanc kir, û hat ragihandin ku mûşekan li bajarokên Enkawî, Benîn, Flêfil, Bera, Kansefra, Fatira û Sufuhûnê da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500