Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Niştecihên Rukbanê ji guhlêdana bijîşkî ya serekî bê beş in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecihên Rukbanê rastî kêmbûneke dijwar a xwarin û dermanan tên. [Wêne ji birêveberîya sivîl a kampa Rukbanê hatiye wergirtin]

Niştecihên Rukbanê rastî kêmbûneke dijwar a xwarin û dermanan tên. [Wêne ji birêveberîya sivîl a kampa Rukbanê hatiye wergirtin]

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî hişyar kir ku jîyana bi hezaran niştecihên kampa Rukbanê ya li ser sînorî Sûrî-Urdinî di metirsîyê de ye ji ber bedguhlêdana tendirustî ya serekî hevdem ligel belavbûna Vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) li herêmê.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî 7ê Gulanê bi daxuyanîyekê ragihand ku tiştê herî nîgeranîyê çêdike bedguhlêdana li dayîkan e, ku jinên ducanî yên gerekdarî zayîna qeyserî neçar dibin biçin deverên li jêr kontrola rejîmê.

Rêxistina mafên mirov dîyar kir ku hêzên rejîma Sûrî niheşt ev jin li malbatên xwe yên li kampê vegerin.

Rêxistinê got ku herî kêm 10,000 kes li kampa biyabanî dijîn, ku ne sîstema avrêjê ne jî madeyên pêwîst ên bo parastina li dijî belavbûna COVID-19 dighêjin wir, da zanîn ku navenda tendirustî ya yekane li kampê jî bêyî bijîşk e, tenê çend hemşîre û pîrikik heye.

Taxên kampa Rukbanê ji ber bablîsokekê ku di biyabana Sûrî re derbas dibe vala dimînin. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Taxên kampa Rukbanê ji ber bablîsokekê ku di biyabana Sûrî re derbas dibe vala dimînin. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Koçberên Sûrî yên li kampa Rukbanê ne banga destwerdana navdewletî dikin. [Wêne ji Rewangeha Sûrî li Dêra Zor û Cezîrê hatiye wergirtin]

Koçberên Sûrî yên li kampa Rukbanê ne banga destwerdana navdewletî dikin. [Wêne ji Rewangeha Sûrî li Dêra Zor û Cezîrê hatiye wergirtin]

Navendeke tendirustî ku li kampê UNICEF wê bi rê ve dibe, li cihê ku niştecih dikarîbûn werin dermankirin, di nîvê Adarê de ji ber Koronayê hat girtin. Ûdawîn karwana alîkarîyên mirovî di Îlona 2019an de giheşt kampê.

"Rewşeke kambax"

Rewşên tendirustî û jîyanî yên rastî niştecihên kampa Rukbanê tên zehmetir bûne, xebatkarê rizgarîyê yê kampa Rukbanê Tariq Nuêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ji vê zêdetir pêdivîyên tendirustî û bijîşkî jî kêm in, herwiha xwarin û şîrê zarokan jî êdî li kampê pir kêm bûne.

Nuêmî dîyar kir ku ti rêkar bo rûbirûbûna Koronayê nayên kirin, "û jixwe ti test, alavên bihndanê yan jî tiştên xweparastinê mîna mask û lepikan tune ne".

Tu cihê karantînê jî tune ye daku ew kesên guman heye tûşî vayrûsê bûne li wir werin cudakirin.

Nuêmî anî ziman ku derbaskirina alîkarîyên xwarin û dermanan her û her dereng maye, da zanîn jî ku şandeya nirxandin û alîkarîya tendirustî ya NY û Heyva Sor a Erebî pê ve radibe ku dihat payîn dawîya Nîsanê were lê nehat.

Giheştina alîkarîyê ku ji 2,300 parên xwarinê pêk dihatin hat derengxistin, ku dikarîbûn alîkarîyeke demekî ji sê çarîkên niştecihên kampê re pêşkêş bikirana.

Wî da zanîn ku heya qaçaxçîyên ku madeyên xwarinê tînin da bifiroşin jî zehmetîyên dikişînin, ji ber rewşên ewlehî yên li kampê û bablîsoka ku vê dawîyê li wir rû dabû, tiştê hiştibû çûnûhatin li kampê zehmet bibe.

Wî teqez kir ku şînahî, fêkî, şîr û ard kêmpeyda ne, û ev tişt jî xwedî bandoreke neyînî mezin li tendirustîya niştecihên kampê bû.

Wî anî ziman ku kêmbûna dijwar a pêdivîyên bijîşkî û madeyên sereke hişt rewşa tendirustî ya niştecihan kambax bibe.

Misyona alîkarîyan dereng ket

Di 29ê Nîsanê de, di axaftina wî ya li pêşberî Encumena Ewlehîyê ya NY de, Wekîlê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî û Hevahengerê Hawarçûna Awarte Mark Lowcock derbarê kampa Rukbanê de axêvî.

Wî got "rêyên ne fermî yên pêdivîyên bazirganî ji Şam û Dumerê tê re dihatin di Sibatê de hatin girtin, tiştê hişt nema xwarin, sotemenî û pêdivîyên bijîşkî bigihêjin kampê".

Lowcock da zanîn ku "bendên 18ê Adarê yên têkildarî Koronayê li ser sînorê Urdinî hatine sepandin bandor li derxistina nexweşên ji Rukbanê kiriye bêyî testên Koronayê werin çêkirin, ku ew jî li kampê tune ye".

Wî dîyar kir misyona Nîsanê "ji ber hemû alîyan li ser awayê alîkarîyê û giheştina wê li hev nekir hat rawestandin".

"Divê bilez misyon pêk were da alîkarîyê bide niştecihên Rukbanê yên bi metirsîyê re rû bi rû ne û divê piştevanîya kesên ku dixwazin derkevin jî were kirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500