Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewîca di qonaxa paş-DAIŞê de hewl dide xizmetguzarîyan berdest bike

Xalid Taî

Berpirsên Îraqî û NY rîbanê dibirin bo ragihandina vegerandina xeteke kehrebeyê bo xizmetê li parêzgeha Kerkûkê, roja 4ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî û NY rîbanê dibirin bo ragihandina vegerandina xeteke kehrebeyê bo xizmetê li parêzgeha Kerkûkê, roja 4ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bajarê Hewîca yê li rojavayê Kerkûkê, yê ku bi dijwarî li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû wêrankirin, kampanyayeke nûavakirinê ya berfireh dibîne, berpirsekî xwecihî Sêşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

"Me dest bi kampanyaya nûkirinê ya herî mezin kiriye di warê xizmetguzarîyên giştî de li navenda Hewîcayê û bajarokên wê," endamê encumena navçeya Hewîcayê Emar Elî ji Diyaruna re ragihand.

Tu carî bajar kampanyayeke wiha nedîtiye -- ku gelek sektorên xizmetguzarîyê li rûbereke mezin a bajar dide ber xwe -- di van salan de.

Hemdanî got ku kampanya nûkirina hemû rêyên bajêr ên ku di şerên li dijî DAIŞê de ziyan gihiştbû wan dihundirîne.

"Karkerên şaredarîyê dest bi qîrkirina rêyên serekî yên ku taxên Hewîcayê bi hev ve girê didin kirin, û herwiha kolanên li navçeyên Ebasî, Zab û Riyadê," wî got.

Wî teqez kir ku xebatên nûavakirina jêrxaneya bajêr berdewam in.

Wî got ku projeya avê ya kevin a Hewîcayê bi karîna 600 metrên sêcar di demjimêrê de hat nûkirin, û hewiha projeya avê ya Tel Elî, bi karîna 240 metrên sêcar di demjimêrê de.

Hemdanî da zanîn ku xebat bo vegerandina projeyên avê bo xizmetê, û herwiha xebatên bo çakkirina xetên veguhestina kehrebeyê li dar in.

"Di destpêka meha borî de tîmên endazyarî karîn 132-kîlovolt, 39-kîlometer a borîyên Hewîca-Mula Ebdulah bixin kar de," wî got.

Nûvekirina nexweşxane û dibistanan

Hemdanî teqez kir ku projeya avakirina nexweşxaneyke 200-text, ku ji hêla parêzgeha Kerkûkê ve tê fînanskirin, bi rêjeya 70% temam bûye.

"Xebat bi xêrahîyeke mezin berdewam in bo vekirina wê di demeke nêz de bo alîkarîkirin di kêmkirina fişara li ser Nexweşxaneya Hewîcayê de, ya ku aniha xizmetguzarîyan ji xelkê re dabîn dike piştî ku karên nûkirinê qedîyan," wî got.

Wî got ku di sektora perwerdeyê de, kampanyayê giranî da qedandina nûkirina dibistanên mayî, û bal kişand ku piranîya dibistanên bajêr û avahîyên perwerdeyê hatine nûavakirin.

Wî got ku ev yek rê dide "bi hezaran xwendekaran" ku vegerin bo dibistanê vê mehê.

"Zehmetîya di vê sektorê de bi tenê nebûna stafê fêrkirinê ye," wî got, û da zanîn ku birêveberîyê ev pirs bi berpirsên perwerdeyê re nîqaş kiriye, û wan soz daye ku hewcedarîya bajar a bi mamosteyên waneyên cihê dabigirin.

Têkildarî rewşa ewlehî li Hewîcayê, Hemdanî wiha got, "ew pir ewleh e û ev du meh in tu êrîşeke terorî nehatiye tomarkirin".

"Yekîneyên Polîsê Federal ên berpirs ji ewlehîya Hewîcayê li bajar û dordora wî belav bûne û rojane misyonan pêk tînin bo lêgerîn li paşmahîyên DAIŞê û dîtina cihên ew li wan xwe vedişêrin," wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500