Pevçûnên giran dîsan dest pê kirin roja Yekşemê (11ê Adarê) li gundewarên Idlib û Helebê di navbera Tehrîr el-Şam û Eniya Rizgarîxwazî ya Sûrî piştî agirbesteke du-rojî di navbera hevbendiyên hevrik de, çalakvanan ji Diyaruna re ragihand.
Dîsa destpêkirina pevçûnan di navbera hevbendiya tundrû û hevrika wê de, ku komeke nû ye ji hevgirtina Nûredîn Zinkî û Ehrar el-Şam pêk tê, hevdem bû li gel nofekî din ê êrîşên asmanî yên kujêner ji aliyê rejîma Sûriyê ve.
Berî dewamkirina şer, herdu alî bi agirbesteke du-rojî pêbend bûn, ku komîteyek navjîkar ku ji endamên Feyleq el-Şam û rûsipiyên parêzgeha Idlibê pêk hat ew saz kiribû, çalakvanekî Idlibî, bi navê Heysem Îdlibî, got.
Komîteyê navjîtî di navbera herdu aliyan de kir û bang li wan kir ku li ser agirbesteke 48-demjimêrî ku Înê dest pê kir li hev bikin -- ew yekemîn agirbest e li navçeyê di 18 rojan de ji dema destpêkirina kiryarên dijminkarî de, wî ji Diyaruna re got.
![Şênî ziyana ku êrîşên asmanî yên rejîmê li parêzgeha Idlibê hiştine pişkinîn dikin roja Yekşemê (11ê Adarê). [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]](/cnmi_di/images/2018/03/12/11814-Idlib-airsrike-damage-600_384.jpg)
Şênî ziyana ku êrîşên asmanî yên rejîmê li parêzgeha Idlibê hiştine pişkinîn dikin roja Yekşemê (11ê Adarê). [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]
"Mebesta agirbestê paqijkirina rê bû bo gotûbêjan di navbera herdu aliyan de bo nehiştina sedemên nerêkeftinê di navbera wan de û gihiştin bi rêkeftinameyeke mayinde bo rawestandina şer," wî got.
Idlibî got ku şer bi lez û bez dewam kir, bi taybetî li bajarokên Besertûnê li gundewarê rojavayî yê Helebê, û wîda zanîn ku ji wir ew belav bû piraniya aniyan li gundewarê Heleb û Idlibê.
"Her du aliyan xebatên navjîkaran ên dirêjkirina agirbestê red kirin ji ber cudahiyên bingehîn," wî da zanîn, "û her aliyekî li ser hewlêsta xwe rijd bû, û daxwaz dikir ku aliyê din navçe û çekên xwe radest bike."
Dewamkirina pevçûnan hevdem bû li gel êrîşên asmanî yên giran ên rejîmê li ser çend deveran li Idlibê, di nav de bajarên Idlibê û Cisirê Şuxûr û bajarokên Kefir Sacna, Latimina, Alya, Kefir Zita û Zirbahê, wî got.
Balafirên şer ên rejîmê bajarê Binişê bo cara yekem di salekê de kirin armanc, tevî ku dikeve zona agirbestê û kêmkirina şer de ya ku par hat ragihandin.
Idlibî got ku êrîşên asmanî li ser bajarê Idlibê avahiya rêveberiya xwecihî kirin armanc, û ew bi erdê ve kirin piştî ku du rokêt lê xistin, û gerajeke basan a ku bajar bi tevahiya deverên gundewarî yên parêzgehê ve girê dida hat wêrankirin.