Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecîyên Mûsilê alîkarîyê bi polîs re dikin di girtina 15 terorîstên gumanbar de

Xalid Ta'î

Ev wêneya ku di Cotmeha 2016an de li ser Înternetê hat weşandin, hejmark ji terorîstên gumanbar dide xuyakirin ên ku ji alîyê hêzên Iraqî ve hatin girtin. [Wêne Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Ev wêneya ku di Cotmeha 2016an de li ser Înternetê hat weşandin, hejmark ji terorîstên gumanbar dide xuyakirin ên ku ji alîyê hêzên Iraqî ve hatin girtin. [Wêne Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Pazdeh endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Mûsilê bi saya raportên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve hatin girtin., fermandarîya polîsê parêzgeha Nînewayê îro Sêşemê (27êSibatê) got.

Hêzên polîsê roja Duşemê êrîş birin ser hejmarek ji deveran li bajar Mûsilê û derdora wê, fermandarê polîs, emîd Hemed Namis Cibûrî, ji Diyaruna re got.

Di encama êrîşan de 15 mêr ên ku ji ber darizandinê dihatin xwestin hatin girtin û yên ku fermana girtina wan ji ber tawanên cuda hatibû weşandin, di nav wan de ew kesên tevlî DAIŞê bûbûn û yên tawanên teror kiribûn.

Hemû kesên gumanbar ên girtî niştecîyên Mûsilê yên Iraqî ne yên ku xwe di taxên niştecîyî de vedişartin, Cibûrî got.

Girtin li ser bingeha raportên istixbaratî yên deqîq bûn, yên ku ji alîyê niştecîyan ve hatin dayîn, wî got.

"Alîkarîya niştecîyên xwecihî bê sînor e," wî got. "Ew me bi agahîyên derbarê "cihên veşartina terorîstan û tevgera wan dabîn dikin."

Xetên telefonê yê yekser yên ketine kar de ji bo ragihandina agahîyên derbarê kesên gumanbar ji polîs re, yên ku li ser 40 yekîneyên li jêr fermandarîya polîsê Nînewayê hatine belavkirin, geleg axaftinên telefînê her roj ji niştecîyan werdigirin, niştecîyên radigihînin ku wan dîtiye yan agahî bihîstine derbarê endamên terorî yên xwe li cihine destnîşankirî vedişêrin.

Piştî wergirtina raportên mîna van, Cibûrî got, hêzên polîs bi lez digirin ser çeperê û takekesên tên xwestin di "êrîşên lezgîn û kwalîte de" digrin.

Nînewa "ewle ye"

Wî got ku peygerîn û operasyonên şopandina bermahîyên DAIŞê berdewam in, wî not kir ku zêdey piştgirîya ji alîyê welatîyan ve, "gelek jêderên raz hene yên polîs bi agahîyên istixbaratî yên pêbawer dabîn dikin."

We tekez kir ku karê hêzên polîs û ajansên ewlekarîyê yên din di misogerkirina hemû bajarên parêzgehê de li dijî gefên terorê alîkar bû.

"Aniha Nînewa yeke ji parêzgehên Îraqî yên herî ewle ye," wî got.

"Rewş bi temamî aram e û ev çend meh in me tu bûyerên terorî nedîtine, ji bilî hin bûyerên tawanbarî mîna dizî û pevçûnan," wî anî ziman.

"Ev pêşketineke erênî ye ku me han dide em ewlekarîyê bêtir cîbicî bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav. Kêşeyeke min heye. Hûn dikarin alkarîyê bi min re bikin?

BERSIV BIDE

Bi awayekî baş hat weşandin! Xwedê Îraq û xelkên wê ji hemû belayan biparêze.

BERSIV BIDE