Nûçeyên Iraqê
Civak

Serkêşên Enbarê nakokiyên civakî di sedema piştî DAIŞ de çareser dikin

Xalid Taî

image

Lîderên êlî û berpirsên xwecihî li Enbarê awayên bidestxistina lihevkirinê li parêzgehê gotûbêj dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya qayimeqamê Qaimê Ehmed Cidyan Dulêmî hatiye wergirtin]

Vegerandina aştiya civakî ji parêzgeha Enbarê re armanceke stratejîk e di serdema piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Heta vê dawiyê, komîteyên giştî yên ku berpirsên giştî, lîderên êlî û çalakvanên sivîl lixwe digrin projeyeke lihevkirinê ya hevgirtî pêş dixin ji bo qayimkirina aştiyê li parêzgehê û çareserkirina krîzên ku DAIŞ li pey xwe hiştin, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re got.

Proje li ser bingeha Peymana Xelkê Enbarê ye, ku Kanûna Yekema 2016an ji aliyê lîder û kesayetiên parêzgeha Enbarê ve hat dariştin.

"Ev belge çarçoveyekê pêşkêş dike ji bo berqerarkirina aramiyê di dema piştî jinavbirina terorîstan de," eqîd Sebrî Ebdula Umer ji Rêveberiya Karûbarên Êlên Enbarê di Wezareta Navxwe de, got.

"Em piştrast bûn ku jinavçûna DAIŞ nerev û hetmî bû, û diviyabû em xwe jêre amade bikin bi rêya hewldaneke komî li ser bingeha armanceke stratejîk, bi taybetî berqerarkirina aştiya civakî," wî ji Diyaruna re got.

Berqerarkirina aştiya civakî dikare were bidestxistin bi rêya "cezakirina terorîst û tawanbaran li gorî çarçoveyên qanûnî û destûrî, û qerebûkirina qurbaniyên terorîzmê", wî got.

Projeyeke lihevkirinê ya giştgîr

Ji bo bicihkirina peymanê, "projeyeke hevgirtî ya lihevkirinê ji aliyê hemû aliyan ve hat pêşxistin ku piştgiriya berqerarkirina aramiyê li Enbarê dikin", Omer got.

Parêzgarê Enbarê serokatiya komîteya navendî, û komîteyên şaxî yên îdarî -- yek ji her navçeyekê -- dike ku nûnerine ji hikûmeta federal û ya xwecihî, rêxistinên civaka sivîl, rûsipiyên êlan, oldar û lêkolîneran lixwe digrin.

Komîte dê berpirs bin li ser bicihkirina bendên belgeyê, wî got, bi taybetî bendeke girêdayî endamên malbatên DAIŞ ên ku xelkê Enbarê ne û bi awayekî demkî li wan hatiye qedexekirin ku vegerin.

Wî got ku rê ji van malbatan re nayê dayîn ku vegerin deverên rizgarkirî ji ber tirsên derbarê hebûna hinek endaman di nav wan de ku karîgeriya îdyolojiya grûpê li ser wan hebe.

Dibe ku vegera wan ewlehiya Enbarê nearam bike, wî got, anî ziman jî ku selametiya van malbatan meseleke zêdetir e, ji ber ku dibe ku rastî "reaksyonên hestiyar û nesînordar werin ji aliyê hinek ji qurbaniyên terorîzmê".

"Komîte niha pêdaçûnê dikin bi haletên kesên girêdayî vê madeyê, û haletên wan çareser dikin daku rê bide wan ku vegerin di nav civakên xwe de," wî got jî.

Integrasyona van malbatan careke din di herêmên wan de weke welatîne ku miyanrewbûnê û pêkvejiyanê qebûl dikin "erkekî zehmet e ku bi hewceyî hewldanên zehmet ji civakên wan e", wî got.

"Zimanê lêborînê"

Berpirsyariya komîteyan giraniyê dide "çareserkirina krîzên ku ji aliyê terorîstan ve hatin çêkirin di nava fabrîka civakî ya Enbarê de", qayimeqamê Qayim Ehmed Cidyan Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Helbet ev yek ne erkekî asan e, lê em piştrast in ku em niha dikarin zimanê lêborînê deynîn pêşiya tundutûjî û tolhildanê," wî got.

"Lîderên xwecihî yên bibandor ku di civakên xwe de xwedî giranî ne" hatin bikaranîn daku di komîteyan de xizmetê bikin, wî got, hêviya xwe jî nîşan da ku "em dê di dawiyê de bikaribin ku hemû krîzên heyî navbera malbat û êlan ku ji ber tawanên terorîstan çêbûn çareser bikin".

Wî got ku komîteyên şaxî dest bi civînên mehê du caran kirine ji bo wergirtina giliyên ji endamên civakê, gotûbêjkirina çawaniya çareserkirina wan, û radestkirina encamên van şêwiriyan ji komîteya sereke re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500