Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Endamên Tehrîr el-Şam di teqîna Idlibê de hatin kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Sê endamine Tehrîr el-Şam û zarokek ku li nêzî cihê bûyerê bû roja Yekşemê (3ê Kanûna Yekem) hatin kuştin dema ku wesayîtek bi teqemeniyên bidestçêkirî teqiya li bajarê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hat wergirtin]

Sê endamine Tehrîr el-Şam û zarokek ku li nêzî cihê bûyerê bû roja Yekşemê (3ê Kanûna Yekem) hatin kuştin dema ku wesayîtek bi teqemeniyên bidestçêkirî teqiya li bajarê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hat wergirtin]

Sê endamine Tehrîr el-Şam, ku hevbendiyeke tundrûyan e û Eniya Nusraya berê têde serdest e, roja Yekşemê (3ê Kanûna Yekem) hatin kuştin di teqînekê de ku li bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê qewimî, çalakvanekî medyayî ji Diyaruna re got.

Herwiha zarokek hat kuştin di êrîşa li nêzî xaçerêya Mehrab, û hemjarek ji sivîlan ku li wir bûn çaxê ku teqîn qewimî birîndar bûn.

Hevdem, teqîneke din li gundewarê Idlibê du endamên Tehrîr el-Şam kuştin.

Teqemeniyeke bidestçêkirî li nêzî otombîleke Tehrîr el-Şam teqiya dema ku wê dewriyek li bajarê Idlibê dora demjimêr 3ê piştî nîvro roja Yekşemê pêk tanî, çalakvanekî medyayî ji Idlibê bi navê Museb Esaf, yê ku bernavek bikar tîne ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

Endamine Tehrîr el-Şam bombeyeke ku bi wesayîtekê de teqiya pişkinîn dikin, wesayîteke hevbendiyê, ya ku bi teqemeniyên bidestçêkirî hat armanckirin li bajarê Idlibê yê ku dikeve bakurê welat. [Wêne ji Museb Esaf hat wergirtin]

Endamine Tehrîr el-Şam bombeyeke ku bi wesayîtekê de teqiya pişkinîn dikin, wesayîteke hevbendiyê, ya ku bi teqemeniyên bidestçêkirî hat armanckirin li bajarê Idlibê yê ku dikeve bakurê welat. [Wêne ji Museb Esaf hat wergirtin]

Sê kes yekser di otombîlê de hatin kuştin, zarokekî 9-salî bi navê Hemza Turkmanî bi birînên ji ber parçeyên teqemeniyan hat kuştin, û hejmarek ji kesên din bi giranî birîndar bûn, wî ji Diyaruna re got.

"Tehrîr el-Şam pir tedbîrên tund dimeşîne bo eşkerenebûyîna navên endamên kuştî," wî got.

Esaf got ku piştî bûyerê, endamên Tehrîr el-Şam li tevahiya bajar belav bûn û hejmarek ji rêbendan pêk anîn.

Aloziyên kûr

Ev aloziyên kûr ên ku ji berê ve pêjna wan li bajêr hebû destpê kirin piştî ku hevbendiyê dest bi bênderkirina mîr û endamên Qaîda li parêzgehên Idlib û Hemayê hefteya borî kirin, wî got.

"Şêniya bi temamî hebûna Tehrîr el-Şam li ser hîma binpêkirinên ku wê encam dane bi bihaneya hebûna endamên Qaîda red kirin, binpêkirinên ku bi dehên sivîlan têde hatin binçavkirin ji ber dijberiya wan ji komê re," Esaf got.

Wî got, di heman dema teqîna bajarê Idlibê de, teqîneke din otombîleke Tehrîr el-Şam li nêzî bajarokê Sincarê li gundewarê başûr-rojhilatî yê Idlibê kir hedef.

Du endamine Tehrîr el-Şam di teqînê de hatin kuştin.

Esaf got ku hejmarek ji wesayîtan bi teqemaniyên bidestçêkirî hatin armancgirtin di mehên borî de li Idlibê, û bûn sedema kuştin û birîndarbûna hejmareke mezin a sivîlan.

Devera xaçerêya Mehrab li bajarê Idlibê herwiha cihê teqîna 17ê Mijdarê bû, ya ku tê de hejmarek ji sivîlan hatin kuştin û birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500