Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêniyên Idlibê bi tirs in piştî kontrolkirina Tehrîr el-Şam ji deverê re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêniyên Idlibê li ziyana ku otombîleke bombekirî li pey xwe hişt dimeyzînin, ku taqiya û hejmarek ji çekdarên Tehrîr el-Şam kuştin, li nêzî çarêyên Zîraa roja 23ê Tîrmehê. Şênî ditirsin ku heman rûdaw di rojên bên de biqewimin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Şêniyên Idlibê li ziyana ku otombîleke bombekirî li pey xwe hişt dimeyzînin, ku taqiya û hejmarek ji çekdarên Tehrîr el-Şam kuştin, li nêzî çarêyên Zîraa roja 23ê Tîrmehê. Şênî ditirsin ku heman rûdaw di rojên bên de biqewimin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Şêniyên Idlibê tirsê jiyan dikin pişt ku Tehrîr el-Şam -- hevbendiyeke tundrew e Eniya Nusra ya berê himbêz dike -- kontrola bajar û piraniya deverên gundewarî li derdorê kirin destê xwe, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re eşkere kirin.

Koka tirsa wan ew e ku raportên nûçeyan qal dikin ku dibe bajar bibe armanca erîşên asmanî yên hevpeymaniyê yan jî êrîşeke bejahî bo derxistina tundrewan, weke tiştê ku li bajarê Iraqî Mûsil, û bajarê Sûrî Reqa rûda.

Tehrîr el-Sham kontrola Idlib xist destê xweroja Yekşemê (23ê Tîrmehê) piştî vekişîna hevbendiya Ehrar el-Şam a hevrik.

Endamên Ehrar el-Şam ji bajar çûne, û berê xwe dan başûrê parêzgehê, piştî agirbesta roja Înê a bi darêzorê piştî rojinan ji pevçûnên dijwar di navbra herdu rêxistinan de ku bûn sedema kuştin û birîndabûna bi dehan.

Tehrîr el-Şam herwiha pencên xwe li ser dergehê sînorî yê bi Tirkiyê re, Bab el-Hewa û Xirbet el-Cewz tund kir û dest danî ser hemû avahiyên medenî û serbazî yên li bajarê Idlibê.

"Tevahiya deverê aniha li jêr kontrola Tehrîr el-Şam û bi dehên hêzên biçûk e, yên ku di çend rojên dawîn de soza xwe ji hevbendiyê re eşekere kirin," çalakvanê medyayî yê xelkê Idlibê Museb Esaf, yê ku bernavekî bikar tîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Tirs kûrtir bûn piştî belavbûna dengubasên li dor egera ku bajar rastî êrîşên asmanî yên, cengeke bejayî û dorpêçê bê, wî ji Diyaruna re got, bibîr xist ku şêniyên Idlibê hewl dan ku rewşa bajêr asayî bihêlin, lê biserneketin.

Wî got ku hinek bajarokên li deverên dûr hinek rêkeftin ligel Ehrar el-Şam îmze kirin daku çekdarên xwe li derveyî wan bihêle, li hember ku hemû milîsên li wan bajarokan pê pêbend bin, nexasim li Cerablus, Xab û Cebel el-Zawiyê.

Guherîna aleyan li Idlibê

Esaf got ku, li nava bajarê Idlibê, Tehrîr el-Şam ala şoreşa Sûrî bi ala veguhert, û bilindkirina wê alê qedexe kir.

Wî got jî ku hevbendiyê yekser çalakvan dan hev û yên dijberên xwe destnîşan kirin, û qedexekirina li ser tevahiya çalakiyên civakî û medyayî sepand ji bilî yên girêdayî wê.

Wî got ku bi sedên çekdarên hevbend hatin anîn bo asêkirina bajar di rûyê dagirkerên pêşbînkirî de û wiha domand "hevbendiyê rêbend li nava bajêr û derbasgehên wê saz kirine, û belgehên herkesên ku derbas dibin û derdikevin pişkinîn dikin".

Şêniyan tirsa xwe ji egera nûbûyîna pevçûnan û bikaranîna teqemeniyên pişxistî anî ser ziman, piştî ku hejmarek ji endamên Tehrîr el-Şam hatin kuştin roja Yekşemê di teqîneke xwekujî de li çarêya Zîraa.

Ligel tirsên li ser ewlehiya xwe, şêniyên Idlibê û yên deverên gundewarî yên derdorê rûbirûyî rewşeke aborî ya gelek xirab tên.

Gelek rêxistinên mirovî çalakiyên xwe li deverê rawestandine piştî ku desthilatdariya hevbendiya tundrew berferehtir bû, vê yekê jî bandora xwe avêt ser bi sedên malbatan, çalakvan û medyager Somer Axa ji komîteya hevrêzên Selamiyê ji Diyaruna re got.

"Piştî girtina dergehê Bab el-Hewa -- damarê sereke yê xwarin, pêdivî, dermanan û pêwîstiyên din -- buhayê xwarin û pêwîstiyên din bi awyekî mezin bilind bû," Axa got.

Tehrîr el-Şam û Ehrar el-Şam rêkeftinek îmze kirin daku girûpek ji medeniyan dergehê sînorî birêve bibe û dahatan li her du rêxistinan parve bike, piştî ku beriya aniha bi temamî diçûn berîka Ehrar el-Şam, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500