Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Girûpeke opozîsyona Sûrî li biyabana Hemad serkeftinê li dijî DAIŞ bidest dixe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Ceyş Mexawir el-Sewra (Artêşa Komandoyên Şoreşger) şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li herêma Badiya ya Sûriyê dike. [Wêne ji Ceyş Mexawir el-Sewra hatiye wergirtin]

Ceyş Mexawir el-Sewra (Artêşa Komandoyên Şoreşger) şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li herêma Badiya ya Sûriyê dike. [Wêne ji Ceyş Mexawir el-Sewra hatiye wergirtin]

Şerekî tund li herêma Badiya ya li navenda Sûriyê diqewime, ku koma opozîsyonê ya Ceyş Mexawir el-Sewra (Artêşa Komandoyên Şoreşger) li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin.

Vê hêzê berî niha rûberên mezin ji biyabana Hemad li Badiya Sûriyê rizgar kirin û deverê ji bombeyên bidestçêkirî yên ku DAIŞ berî vekişîna xwe çandibûn paqij dike, fermandarên serbazî yên bilind ji Diyaruna re dibêjin.

Vîdyoyeke ku di 11ê Adarê de hat belavkirin endamekî vê hêzê nîşan dide ku ala DAIŞ jêdike -- ku ji aliyê grûpê ve weke dewleta îdiakirî tê bikaranîn -- ji birceke devjêberdayî li biyabana Hemad û ala şoreşa Sûriyê li şûna wê datîne.

Ligel bomberêjkirina alavên metbexê û malan, DAIŞ herwiha teqemeniyan di ala xwe de vedişêre, di gavekê de ku fermandarên serbazî û pispor bi rêznegirtin ji ola Îslamê re wesif dikin.

Ceyş Mexawir el-Sewra ji nêzîkî 400 şervanên Sûrî pêk tê ku berê di bin ala Artêşa Azad a Sûriyê şerê DAIŞ dikirin û bi eslê xwe ji Badiya Sûrî, Dêrezor, Hums, Heleb û Şamê ne, ligel hejmarek ji şervanên êlî, fermandarê Ceyş Mexawir Sewra Muqedem Muhened Tellaa ji Diyaruna re got.

Armanca girûpê "rakirina zulma ku xelkê me yê sivîl rastî wê hatin û jinavbirina terorîzmê", wî got.

Operasyonê serbazî yên niha bêtir giraniyê didin herêma Badiya berî ku biçin ji bo rizgarkirina bajar û bajarokên di destê DAIŞ de, wî got.

"Şervanên Ceyş Mexawir el-Sewra operasyonên çavdêrî û kifşkirinê pêk tînin ji bo destnîşankirina armancên DAIŞ, piştî ku hêzên me dest bi êrîşên bejayî bikin ligel piştgiriya asmanî ji hevpeymaniya navdewletî," wî got.

Hevahengiya bi hevpeymaniyê re tê pêkanîn bi rêya odeyeke operasyonên hevbeş ku operasyonên çavdêrî, pişkinîn û kifşkirinê pêk tîne.

Operasyona berdewam li herêma Badiya "yek ji erkên serbazî yên zehmet e ku her girûpeke çekdar" dibe ku rastî wî were, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula got.

Kendûkozên coxrafî yên sext ên biyabanê ligel deverên wê yên vekirî yên berfireh û rewşa hewayê ya zehmet dihêle ku tevger zehmettir bibe, wî got, anî ziman dibe ku destnîşankirina cih û rêyan bidîqet ligel alavên navîgasyonê yên modern gelek saetan bidome.

Rêznegirtina DAIŞ ji olê re

DAIŞ gelek xefikên bombekirî û mayînên çandî li pişt xwe dihêle, Telaa got, anî ziman ku ev yek "awayê karkirinê yê plankirî yê girûpê ye".

"Girûp hertiştî bomberêj dike, di nav de ala reş," wî got, anî ziman ku wê al guhertiye û wateya wê jî guhertiye "weke çawa bi gelek bingehên Îslamî yên din kiriye".

"Ev girûp guh nade al an olan, û tenê dixwaze hejmara herî zêde ya mumkin a dijminên xwe jinav bibe, eger sivîl an kesên din jî bin," Tellaa got.

Yekîneyên Ceyş Mexawir el-Sewra deverên rizgarkirî ji mayîn û xefikên bombekirî paqij dike ku "mixabin bûn sedema kuştina gelek sivîlan", wî got.

DAIŞ ev tektîk li bêtirî deverekê li Sûriyê bikar tanî, rojnamevan Ebdulla got, anî ziman ku hejmarek ji sivîl û şervanan li deverên rizgarkirî bûne qurbaniyên al, mizgeft û heta bi Quranên bombekirî.

"[DAIŞ] destpêkê rêz ji ala Îslamî re negirt dema ku kire ala xwe di binpêkirin ji bingehên ola Îslamê re, ku ala Îslamê kirin aleke ku li seranserî cîhanê weke nîşana terorîzm û kuştinê tê naskirin," wî got, anî ziman ku şewitandina alê delîleke din e li ser rêznegirtina girûpê ji olê re.

"Xefikên bombekirî yên ku DAIŞ li pey xwe hiştin delîleke din e li ser tawankariyên wê yên sîstematîk, ji ber ku egereke mezin e ku sivîlan birîndar bikin ji ber ku li malan û deverên çandiniyê çandî ne," Şêx Muaz Ebdulkerîm, gotarbêjekî berê li mizgefta Omer li Helebê ku niha li Qahîra dimîne, got.

Armancgirtina sivîlan di şer de bi tundî qedexe ye di Îslamê de, wî got.

Ebdulkerîm pesnê Ceyş Mexawir el-Sewra da ji ber destkeftiyên wê li herêma Badiya ya Sûriyê û bilindkirina ala şoreşa Sûriyê li devera biyabanî.

"Rewşa li Sûriyê bi rastî bi hewceyî komên çekdar e yên ku ne girêdayî îdyolojiya terorîst in û tenê kar dikin li ser baweriya xwe di rizgarkirina erd û xelkê xwe de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500