Jiyan zehmetir bûye ji xelkê beşa rojhilatî ji bajarê Dêrezor re, di demekê de ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" xwe li taxên niştecihbûyînê asê dikin û rejîma Sûrî êrîşên xwe yên asmanî zêdetir dike.
Ji ber ku kontrola bajar navbera herdu aliyên ku şerê hev dikin dabeş bûye, gelek xelk bijartin ku birevin deverên ewletir li gundewarên parêzgeha Hesekê, bi taybetî li kampa Hol nêzîkî gundê Recim el-Selîbî.
Di dema reva wan de, dibe ku rastî topbarankirin, guleyên nîşangiran û mayînên çandî ji aliyê DAIŞ ve bê, û tên istixlalkirin ji aliyê qaçaxçiyan ve yên ku bi sedên dolaran ji wan distînin daku wan bibin deverên ewletir, şahidhal û xelk ji Diyaruna re dibêjin.
Bi qaçax tên derxistin
Şêniyê Dêrezor Mistefa el-Anî, ku mamosteyekî dibistana navîn e, got ku wî karîbû ku ligel malbata xwe bireve Hesekê ji ber ku ew weke cihê jidayikbûna wî di karta nasnameya wî de hatiye destnîşankirin.
Ew rêwîgerî nêzîkî hefteyekê dom dike di karwaneke qaçax de li ser "rêyeke gelekî metirsîdar", wî got, anî ziman jî ku gهrûp xwe ji cihên çavdêriyê yên DAIŞ li hejmarek ji xalan bi dirêjahiya rê vedişêre.
"Girîng bû ku qaçaxçiyan bikar bînin ji bo dûrketin ji girtin, fîşekên nîşangiran û mayînên ku DAIŞ çandine weke kemîn ji kesên reviyayî re," wî got, anî ziman jî ku wan daxwaza $1,500 kirin daku wî, ligel hevjîn û herdu kurên wî, bigihînin cihekî aram.
Karê qaçaxçiyan xilas dibe dema ku ji deverên metirsîdar derkevin, piştre reviyayî berdewam dikin ber bi hêzên Kurdî li Hesekê, el-Anî got.
Piştî ku xwe digihînin wan, reviyayî li kampeke ewlekarî li gundê Recim Selîbî dimînin ji bo pişkinîna ewlekarî ku pişkinîna kartên nasnameyê û pasporan lixwe digre.
Kesên bi eslê xwe ji Hesekê dikarin biçin ba kesûkarên xwe li bajar, hevdem yên mayî bo kampa Hol tên veguhestin, ji bilî eger ku kesek sponseriya wan bike, di van haletan de ew dikarin daxwaza penaberiyê li Hesekê ya li gundekî nêzîk bikin.
Şertûmercên dijwar li Dêrezor
"Tişta ku ez neçar kirim ku ji bajarê Dêrezor birevim rewşa ewlehî ya xirab bû," el-Anî got.
"Girûp gelek beşên bajar ji bêtirî du salan ve kontrol dike, di vê demê de hemû awayên zordariyê derheqê xelkê pêk anîn ku jiyana wan kire dojeh, û vê dawiyê rewş xirabtir jî bû," wî got jî.
Ligel zehmetiyên ku ji ber DAIŞ rastî wan tên, xelkê Dêrezor herwiha rastî topbarankirineke tund ji aliyê rejîmê ve li taxên di destê grûpê de tên, el-Anî got.
Rewşa li tevahiya bajar "zehmet e, ji ber ku beşek ji aliyê DAIŞ ve hatiye dagîrkirin û beşa din di bin kontrola rejîmê de ye, ev yek dihêle ku rewş gelekî xirabtir be ku jê nayê revîn", wî got.
DAIŞ dest daniye ser hemû malên li bajar ku xwediyên wan reviyane deverên ewletir û wan weke serbazgeh ji çekdarên xwe re bikar tîne, wî got jî.
"Rewş ji kesên ku li beşa rojhilat ji bajar ku di destê DAIŞ de ye zehmet e, ji ber ku bêkarî û xizanî belav bûne û hemû rêxistinên mirovî operasyonên xwe sekinandine ji ber tedbîrên ku DAIŞ li dijî wan distîne ligel rewşa ewlehî," wî got.
Kesên ku navxweyî aware bûne
"Hejmara awareyan li kampa Hol niha digihe bêtirî 17,000 kesan ji Sûriye û Iraqê," berpirsa pêwendiyên giştî li Hol Yerîvan Husên ji Diyaruna re got.
Hejmara Sûriyên aware yên ku ji destpêka salê ve gihane gihiştiye nêzîkî 1,000 kesî, yan bêtirî 260 malbatan, ku piraniya wan ji bajarê Dêrezor reviyane, hevdem hinek ji Reqa jî hatine, wê got.
Kamp tê serperiştîkirin ji aliyê rêveberiya xweser li bakurê Sûriyê bi hevahengiyê ligel Komîsyona Bilind a NY bo Penaberan (UNHCR) û hejmarek ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û herêmî.
"Rewş li kampê dibe ku weke "baş" were wesifkirin tevî hejmara zêde ya awareyan, ku xwarin û pêdiviyên bijîşkî yên sereke ji wan re tên pêşkêşkirin, lê belê haletên giran ji bo bajarê Hesekê tên veguhestin ji ber dermankirinê," Husên got.
Tedbîrên ewlekarî yên tund hatine standin ji bo kontrolkirina derbasbûn û derketina awareyan ji û bo kampê "bi awayekî sereke ji bo parastina wan û rêgirtin li DAIŞ ku rewşa awareyan istixlal bike daku xwedizînê bo nav deverên din bike", Husên got.
Ji ber ku awareyên bêtir ji deverên germ weke Mûsil û Dêrezorê tên, amadekarî tên kirin ji bo vehewandina hejmara herî mumkin, wê got.
"Mirin li ber bajar veditilhe"
"Tişta ku hişt ez ji Dêrezor birevim şertûmercên jiyanê yên xirab bûn ku ez di bin de dijiyan ji dema ku DAIŞ dest danî ser beşeke mezin ji bajar û gundewarên wê," şêniyê Dêrezor û niştecihê kampa Hol Mihemed Fewaz got.
Fewaz ji Diyaruna re got ku hevjîna wî, kurê wî yê şîrxwer û bavê wî berî çend mehan ji Dêrezor derketin û çûn Tirkiyê, û got ku dê hewl bide xwe bigihîne wan piştî temamkirina tedbîrên pêwîst.
Wî got ku bijart ku li pişt wan bimîne ji bo parastina kelûpelên li dikana xwe ya madeyên avakirinê û mobîlya, mal û otombîla xwe, lê di dawiyê de tişta ku karî bifroşe firot "daku ji dojehê derkeve".
"Mirin xwe ji xelkê beşa rojhilatî ji bajar rojane berve dide, û kesê ku bikaribe bireve dibe ku ji mirinê direve," wî got.
"Rewşa li bajar xirabtir bû ji dema ku grûpê dest bi ferzkirina qanûn û fermanên xwe kir," wî got, di nav de ferzkirina awayekî cilxwekirinê yê tund, qedexekirina tevlîbûna regezî û qedexkirin li jinan ku bi tenê ji mal derkevin.
DAIŞ "alavên satelîtê û temaşekirina kenalên satelîtê qedexe kirin di bin cezaya qutkirina dest, û herwiha mûzîk, wêneyên li derveyî qanûnê û çixarekêşan", Fewaz got. "Bi kurtî, jiyan bêtir weke jiyan di zindaneke mezin de bû."
Rewş xirabtir bû, wî got jî, dema ku çekdarên DAIŞ ji beşên ji Iraq û Sûriyê reviyan, bi taybetî ji Reqa, û dest bi gihiştinê bo Dêrezorê kirin.
Rewş hîn bêtir xirab bû ligel destpêkirina şer navbera DAIŞ û rejîmê, wî got, ji ber ku çekdarên DAIŞ li hemû deveran belav bûn û gelek ji wan li cihên xwe di nav taxên niştecihbûnê de.
Vê yekê hişt ku hemû mal armancên mumkin bin, wî got.