Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Operasyonên giştî ji bo jinûavakirina Felûca destpêkir

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên ewlekariya Iraqê kolanek li parêzgeha Enbarê paqij kirin. [Wêne ji Rêveberiya Polîsên Enbarê]

Hêzên ewlekariya Iraqê kolanek li parêzgeha Enbarê paqij kirin. [Wêne ji Rêveberiya Polîsên Enbarê]

Her dema ku rizgarkirina Felûce ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat ragihandin, hıkûmeta Iraqê kampanyayek bi armanca jinûçakirina bajêr û jinûavakirina jêrxaneya wê ya zerermend destpê kir.

Ev kar dê rê ji bo vegera bilez a xelkê aware yên bajêr xweş bike, ku bêtirî 85,000 ji wan ji dema destpêkirina şerê rizgarkirina Felûca ve di 23'ê Gulanê de reviyane, li gorî lêkolîneke Programa Xwarina Cîhanî ya NY.

“Li gorî rênimayên ji Serokwezîr Heyder el-Ebadî, komîteyek ji parêzgeha Enbarê hatiye avakirin ji bo kar li ser bilezkirina vegera xelkê aware bo malên xwe li Felûce bike,” parêzgarê Enbarê Suheyb el-Rawî ji Diyaruna re got.

Ev komîsyon bi serokatiya qayimeqamê Felûce ye, wî got, û nûneran ji Fermandariya Operasyonên Enbarê, fermandariya polîsên parêzgehê, Xizmetên Ewlekariya Niştîmanî li Felûce, Îstixbaratên Berevaniyê û Yekîneya Lêkolînan a Wezareta Hundir li xwe digre.

“Komîsyon dê kar bike ku kontrolkirinên ewlekarî bileztir bike û herwiha hevkariyê ligel komîteyekê ku bi vegerandina aramiyê bo Felûca hatiye erkdarkirin ji bo vegera xelkê bo malên xwe di dema herî nêzîk de,” el-Rawî got.

Parêzgar got ku wî di 16'ê Tîrmehê de serdana Felûca kir daku li pêşketina operasyonan binere, û piştrast kir ku alavên jinûavakirinê gihiştine.

Vegerandina xizmetguzariyan

“Zehmetiya herî sereke li Felûca vegerandina dezgehên ava vexwarinê bo haleta karkirinê ye, bi taybet bingeha avê ya navendî li el-Ezreqiya, ku avê dide piraniya beşên bajêr û gelekî zerer gihiştiye wê," qayimeqamê Felûca Sadûn el-Şaelan got. "Divê bingeh çêbibe û det bi kar bike berî ku xelkê derbider bikaribin vegerin malên xwe”.

Hemû pirsên din hinekî asan in li gorî pirsa avê, wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku desthilatdar kar li ser jinûvekirina rêyan û rakirina paşmayan dikin.

Derbarê elektirîkê, el-Şaelan got, desthilata xwecihî dikare kêmbûnê bi rêya jeneratoran qerebû bike, ligel çakirina bingehên enerjiyê yên zerermend, weke ya nêzîkî kargeha çementoya Felûca, heta ku bingehên din ên elektirîkê vegerin ser kar.

Bajarê Felûca dê bi temamî amade bibe ku di vê Îlonê de kesên vegeriyayî werbigre, ji ber ku rê û pira hesinî dê were jinûvekirin,” wî got.

“Operasyonên vegerandina aramiyê ji bajêr re dê asantir be ji ya li Remadî ji ber ku DAIŞ, xuya ye, nikarîbû malan û dezgehên hikûmetê bi teqemeniyan bomberêj bike, û alavên teqîner ku li pey xwe hiştine kêm in," wî got.

Vegera polîsên xwecihî

Hejmarek ji ofîsên ewlekarî û rêvebirinê jî li bajêr hatine vekirin, li gorî fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Erzayic.

Bingeha polîsên Felûca, yekîneya berevaniya sivîl ligel ofîsên encumena xwecihî, kontrola trafîkê û xizmetên ewlekarî li bajêr hatin jinûvekirin li gorî rênimayên Wezareta Hundir, wî got.

“Vegera xelkê aware bo bajêr dê bi temamî piroseyeke ewle be, û ti derbasbûneke bi dizî ya terorîstan çênabe," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500