Terorîzm Terorîzm 2019-09-11 Serkirdeyekî Tehrîr el-Şam gendelîya hevbendîyê eşkere dike Gunehbarkirina bi gendelî, bertîlxwarin û bikaranîna rewşa xerab a hejaran li dijî hevbendîya tundrew bû mijara vîdyoyeke yek ji serkêşên wê re. Terorîzm 2019-09-05 Li Bêcîya Îraqê, mînan bexçe kirine meydanên kuştinê Berî ku DAIŞ di sala 2015an de were derxistin, endamên wê navçeya li parêzgeha Selahedînê mişt mîn kirin, ên ku bi dehan sivîl kuştine û birîndar kirine heta niha. Terorîzm 2019-08-21 Enbar îdyolojîya tundrew ji holê radike di qonaxa paş-DAIŞê de Piştî bidestxistina serkeftinê li ser DAIŞê, desthilatdarên Enbarê mijûlî nehiştina îdyolojîya tundrew in, îdyolojîya ku dilsozên wê li kampên bêwaran ên li parêzgehê hene. Terorîzm 2019-08-15 Balefireke şer a rejîma Sûrîyayê li nêzî Idlibê tê xwarê Tundrewan balefireke şer a rejîmê, ku kardestê wê Rûsî ye, li başûrê Idlibê anî xwarê û hêzên rejîmê berdewam in di peşveçûna ber bi Xan Şêxûnê ve. Terorîzm 2019-08-13 Tehrîr el-Şam ''walîyê Idlibê' yê DAIŞê dikuje Tehrîr el-Şam veşartgeheke DAIŞê li parêzgeha Idlibê xist kemînê de û 'walîyê Idlibê' yê rêxistinê û serkirdeyekî din di pevçûnan de hat kuştin. Terorîzm 2019-08-07 Hêzên Îraqî endamekî DAIŞê ku destê wî di tawanên li dijî Êzidîyan de hebû digirin Çekdar bi hingavtina bikkom a jinên Êzidî û kuştina zilamên Êzidî di êrîşa Şengalê ya 2014an de tê gunehbarkirin. Terorîzm 2019-08-07 Tundrew li Idlibê û Hemayê dibin armancên kujeran Huras el-Dîn û Ensar el-Tewhîd, ku ser bi Qaîdayê ve ne, hejmarek ji çekdarên xwe ji dest dan di pêla dawî ya terorkirinan de ji alîyê kujerine nenaskirî ve. Terorîzm 2019-08-01 Serlêkolînerê NY tawanên DAIŞê bi yên şerê Nazîyan dişebihîne, û banga dadgehkirinê dike Bi tenê dadgehên ku belgeh û şehdebûn ji her kesî re vekirî bin dikarin rûpela DAIŞê bi dawî bikin, lêkolînerê NY Kerîm Xan wiha ragihand. Terorîzm 2019-07-25 DAIŞ bacan li parêzgehên bakurê Îraqê dide hev Endamên rêxistinê bêşerm pereyan ji cotkar û xwedîyên dikanan ên li gundên dûrdest dixwazin da ku jêdereke nû ya temwîla xwe misoger bikin. Terorîzm 2019-07-24 Dora 1,200 zarokên DAIŞê li Îraqê ne Ji 1,191 zarokên DAIŞê yên li Îraqê girtî ne, 21 ji wan welatîyên Îraqê ne û yên din zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê ne. Paş | 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | 32 | 33 | 34 | 35 | 36 | 37 | 38 | 39 | 40 | 41 | 42 | 43 | 44 | 45 | 46 | 47 | 48 | 49 | 50 | 51 | 52 | 53 | 54 | 55 | 56 | 57 | 58 | Pêş