Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bacan li parêzgehên bakurê Îraqê dide hev

Ala Husên li Bexdayê

Jinek radihêje dewlikeke avê li kampa Lêlanê ya bêwarîyê li parêzgeha Kerkûkê di 9ê meha Gulanê de. Niştecîyên Lêlanê ji Hewîca û Bêcîyê li parêzgeha Kerkûkê û ji gundinan li Selahedînê di dema şerên bo vegerandina deverên ku DAIŞê dest danî ser wan de reviyan. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Jinek radihêje dewlikeke avê li kampa Lêlanê ya bêwarîyê li parêzgeha Kerkûkê di 9ê meha Gulanê de. Niştecîyên Lêlanê ji Hewîca û Bêcîyê li parêzgeha Kerkûkê û ji gundinan li Selahedînê di dema şerên bo vegerandina deverên ku DAIŞê dest danî ser wan de reviyan. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) eşkere bacan li ser bazirgan û cotkaran disepînin li deverên îzole yên li parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Kerkûkê, serkirdeyên êlan û siyasetvanên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Tevî ku ew di çarçoveyeke teng de ye, lê ew ji nû ve careke din bûye sedema tirsê di nav niştecîyên deverên ku rêxistin hewl dide ku hebûna xwe teqez bike bi rêya standinên bi zorê, êrîşan, revandinan û bi rêya şewitandina zadan .

Di raporteke nû de, niştecîyên bêwar li parêzgeha Kerkûkê ji televîzyona Al-Arabiya re gotin ku ew ditirsin vegerin malên xwe li navçeyên Hewîcayê, Mexmûr û hin gundên din ên dûrdest ên li ser sînorê bi Sûrîyayê re.

Wan got ku ji ber ku DAIŞ bacan li ser niştecîyên li wan deveran disepêne, û ya jê re tê gotin zika ji cotkaran dide hev piştî mûsimê palehîyê û firoştina zadan, li gor Al-Arabiya.

Li parêzgeha Selahedînê ya cîran, endamê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgehê Xezal Hemed ji Diyaruna re got ku endamên DAIŞê li parêzgehê hene û her kes dizane ku ew niştecîyan tengav dikin.

Wî endamên DAIŞê bi şewitandina zadên cotkaran li gundên Selahedînê bersûc kirin û hêzên Îraqî han dan ku "xebatên xwe yê hewalgirî û ewlehî zêde bikin û bidin dûv şanên razayî yên rêxistina terorîst li her deverê".

Hêzên Îraqî yên hevbeş di 7ê Tîrmehê de dest bi pêngaveke serbazî ya mezin kirin, û ew weke "Vîna Serkeftinê" şiyanse kirin, bo bermahîyên DAIŞê ji biyabanê der bikin, biyabana ku parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê û heta bi sînorê Îraq û Sûrîyayê dide ber xwe.

Şepirzekirina cotkaran

DAIŞ "careke din bacan li ser cotkaran disepîne li deverên li rojavayê Nînewayê û ew eşkere vê yekê dike", peyvdarê êlên parêzgehê Şêx Mizahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku rêxistinê berî vê bac li ser cotkarên genim li gundên li nêzî bajarên Telefer, Şengal, Beac, Badûş, Hetra, Rebîa û Zumarê û herwiha devera Cezîrê sepandin.

Têkildarî şiyansekirina rêbazên karê rêxistinê, wî got ku endamên DAIŞê "çavdêrîya cotkaran dikin dema ew genimê xwe difiroşin û navên wan û mêjerên ew difroşin qeyd dikin".

Wî got jî ku di pişt re ew telefonî cotkaran dikin yan bi xwe jî diçin cem wan û parekê ji qezencan dixwazin, û gefan li cotkaran dixwin ku ew dê wan bikujin û wan birevînin eger ew pereyan nedin.

Huwêt teqez kir ku DAIŞ êdî nema van çalakîyan bi awayekî nepenî yan bi rêya navincîyan dike lê ew vê yekê bi eşkere dike, "lê tu kes li wan bike li van deveran newêre gilî" ji ber tirsa ji tolhildanê.

Aniha rêxistin heta dest pê kiriye hewl dide ku bacan li ser bazirgan û xwedîyên dikanan jî bisepîne, hinek ji wan dibêjin ku wan gefên mirinê ji alîyê çekdarên DAIŞê ve wergirtine.

Bang ji bo tedbîrên cedî

Huwêt got ku Fermandarîya Operasyonên Nînewayê, bi birêveberîya liwa Numan Zewbeyî, "bi baldarî kar dike da ku vê yekê bi dawî bike", tevî ku ev xebat hîna bi temamî bi ser neketine ku gefên DAIŞê binbir bike.

Wî hişyarî da ku sepandina bacan tê wateya ku "vegera jêderên temwîlkirina rêxistina terorîst, ev yek jî dê bihêle ku ew karibe çekdaran tecnîd bike û êrîşên terorî yên nû pêk bîne".

Endamên DAIŞê xelkê direvînin û dikujin, zadan dişewitînin û gefan li cotkaran dixwin da ku bacan bidin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Dehwî Şimerî ji Diyaruna re got.

Wî bang li ajansên hikûmetê kir ku tedbîrên cedî bikin da ku nehêlin ev gef, êrîş û kiryarên tawanbar çêbibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500