Hêzên Îraqî Sêşemê (6ê Tebaxê) endamekî "Delweta Îslam" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê girtin ku tawanên li dijî Êzidîyan pêk anîbû gava rêxistinê di 2014an de êrîşî Şengalê kir.
Hêzeke hevbeş a artêşê Hazim Muhemed Ebdulah Qasim girt, ku bi navê Ebû Hacir jî tê naskirin, li bajarok Bacê li başûr-rojavayê Nînewayê piştî agahîne hewalgirî derbarê cihê wî de hatin wergirtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî ragihand.
Ebû Hacir ji ber tawanan xwestîbû, di nav de hingavtina jinên Êzidî û kuştina zilamên Êzidî, wezaretê di daxuyanîyekê de got.
Girtin "peyamekê ji niştecihên xwedcihî re dişîne û wan rehet dike û bawerîya wan bi karîna hêzên ewlekarîyê xurt dike, ku dê li pey hemû terorîstan bikevin û wan ceza bikin," Binyan Cerba, yê di komîteya encumena parêzgeha Nînewayê de cih digire got.
![Hêzên bijarte yên Îraqî bi ser veşartgeheke DAIŞê de digirin li parêzgeha Nînewayê di 25ê Tebaxa 2018an de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]](/cnmi_di/images/2019/08/07/19359-Iraqi-elite-forces-600_384.jpg)
Hêzên bijarte yên Îraqî bi ser veşartgeheke DAIŞê de digirin li parêzgeha Nînewayê di 25ê Tebaxa 2018an de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]
Wî anî ziman ku weke van girtinan dîyar dikin "ku hêzên me gavine baş û çalak davêjin di warê hewalgirîyê de."
Cerba dîyar kir ku ev pêşketin nîşaneya "têkilîya êrînî ya zêdebûyî di navbera ajansên ewlekarîyê û niştecihên xwecihî de ye, yên agahîyan derbarê tevger û çalakîyên paşmahîyên DAIŞê de pêşkêş dikin."
Operasyonên ewlehîyê li Nînewayê berdewam in
Girtina Ebû Hacir di dema lêgerîna hêzên ewlekarîyê de hat, ku ew li çiya û deverên biyabana Nînewayê digerîyan di çarçoveya qonaxa sêyem a pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî , ku ji Duşemê de hatiye destpêkirin.
Cerba got ku armanc ji pêngavê "bihêzkirina ewlehîya hundirîn û nehiştina gefa terorîstan li ser şênîyên gundên li biyabanê û li nêzî deverên çiyayî ye".
"Hejmareke biçûk a endamên DAIŞê li hinek deverên terikandî heye, û ew car caran kiryarên terorî pêk tînin," wî got.
Wî got ku ev operasyonên ewlehî dê alîkarîyê bikin di "lawazkirina van endaman û sînordarkirina çalakî û karînên wan de, şikandina moralên wan, û misogerkirina aramîyê li parêzgehê".
Di her du rojên borî de, hêzên Îraqî heşt stargeh wêran kirin û hejmarek ji bombeyên bidestçêkirî bêbandor kirin.
Cerba eşkere kir ku wan herwiha 17 kesên cihê gumanê li Badûş, Atşana, Şêx Brahîm, û Navçeya Lînê girtine.
Berî vê yekê, Firqeya 20ê ya artêşê pênc tunêl û stargeh li biyabana Dorava Beacê wêran kirin.
Cerba teqezî li ser hewcearîya bi "tevgerandina hemû saman û karînan kir" bo jinavbirina paşmahîyên DAIŞê, û bang li desthilatdarîyan kir ku xebatên xwe berdewam bikin bo pêşxistina yekîneyên hewalgirîyê, û pêkanîna yekîneyên ewlehî û dabînkirina çekên giran.