Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Raport: Ajansên hewalgirîyê nasnameya serkirdeyê DAIŞê yê nû destnîşan dikin

AFP

Ev Wêneya ji jor ve ya di 1ê Mijdarê de hatiye kişandin cihê ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî lê hat kuştin di êrîşeke de ji alîyê hêzên teybet ên Amerîkî ve li nêzî gundê Barîşayê li bakur û rojavayê Sûrîyayê nîşan dide. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ev Wêneya ji jor ve ya di 1ê Mijdarê de hatiye kişandin cihê ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî lê hat kuştin di êrîşeke de ji alîyê hêzên teybet ên Amerîkî ve li nêzî gundê Barîşayê li bakur û rojavayê Sûrîyayê nîşan dide. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ajansên hewalgirî nasnameya serkirdeyê nû yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke Emîr Muhemed Ebdul Rehman el-Mewlî el-Selbî dan nasî, rojnameya Brîtanî Guardian roja Duşemê (20ê Kanûna Duyem) ragihand.

Rojnameyê, du berpirs ji ajansên sîxurîyê yên nebinavkirî, wê ew weke damezrênerekî rêxistinê wesif kir û got ku wîserpereştîya kolekirina hindikahîya Êzîdî li Îraqê kiriye.

Wê got ku herwiha wî serperiştîya operasyonan li seranserê cîhanê kiriye.

Rêxistina tundew Ebû Brahîm el-Haşimî el-Qureşî weke serokê xwe yê nû bi nav kir tenê çend rojan piştî ku serkirdeyê wê yê berê, Ebû Bekir Bexdadî di êrîşekê de ji alîyê hêzên taybet ên Amerîkî ve di Cotmehê hat kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkî ew li ser lîsteya xwe ya terorîstên herî bêhtir têne xwestin danî di Tebaxê de, û ew weke "xelefekî gengaz" ji Bexdadî re wesif kir û xelateke bi qasî pênc milyon dolaran ji bo agahîyên ku alîkarîyê di girtina wî de dikin pêşkêş kir.

Hinek şirovekaran pêşinyar kir ku rêxistin nas kir ku Bexdadî hat kuştin û nasnameya serkirdeyê wê yê nû hîn ne dîyar e.

Navekî nenaskirî

Guardian got ku el-Selbî di çend saetekê de piştî mirinê hat bijatrin û el-Qureşî kandîdekî ji alîyê serkirdeyên paye bilind û ajansên hewagirîyê yên din ve nenaskirî bû.

Rojnameyê ew "weke kevneşervanekî hişk mîna Bexdadî û pir dilsoz ji rêxistinê re" wesif kir.

Wê got ku ew di malbateke Turkmen a Îraqî de ji dayîk bûye û ew yek ji çend kesên ne ereb in di serkirdayetîya rêxistinê de.

Wî şerîet li Zanîngeha Mûsilê xwendiye, ku heta radeyekê bi saya paşxaneya xwe weke zanyarekî Îslamî payeyên bilind di nav refên DAIŞê bi dest xistin, rojnameyê anî ziman.

Selbî hukmên olî weşandin, ku di wan de hewldana komkujîya Êzîdîyan ji alîyê DAIŞê ve erê kir , wê got.

Wezareta Derve ya Amerîkî got ku ew yek ji "îdyolojîyên herî bilind e" di nav refên DAIŞê de yê ku "alîkarî kir di birêvebirîn kiryarên DAIŞê û mafdarî dida revandin, serjêkirin û firoştina Êzîdîyan li bakur û rojavayê Îraqê û tê gotin ku ew serperiştîya hin operasyonên terorî yên rêxistinê li seranserêcîhanê dike".

Di 2004an de ji alîyê hêzên Amerîkî ve li zindana Kampa Bûkayê li başûrê Îraqê girtîbû, cihê ku wî lê Bexdadî dîtibû, li gorî raporta Guardianê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500