Nûçeyên Iraqê

DAIŞ hîn jenosîdê li dijî Êzîdiyan pêk tîne: NY

Lêkolînerên mafan ên NY dibêjin ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hîn jenosîdê li dijî kêmîneya Êzîdî li Iraq û Sûriyê pêk tîne, AFP roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) got.

"Jenosîd pêk hatiye û hîn berdewam e," Paulo Pinheiro, serokê Komîsyona NY a Lêkolînan (COI) ji bo Sûriyê, di daxuyaniyekê de got.

"DAIŞ karên hovane yên herî tirskar anîne serê hemû jin, zarok û zilamên Êzîdî yên ku ew girtîn," wî got.

Di 2014an de, DAIŞ komkujî derheqê Êzîdiyên Şingalê li bakurê Iraqê pêk anîn, bi dehên hezaran neçar kirin ku birevin, û bi hezarên keç û jin weke xenîmeyên şer girtin da ku weke koleyên seksê werin bikaranîn.

NY par hişyarî dabû dibe ku ew grûp jenosîdê li dijî Êzîdiyan pêk tîne, lê rapora CIO, ku Pêncşemê hat belavkirin, bêtir yekalîker bû.

Belgeyên ku ji aliyê COI ve hatine komkirin dikarin bibin "nexşerêyeke dadgehkirinê", endama komîsyonê Carla del Ponte got, anî ziman jî ku ewê bikaribe "lîsteyeke tometbarkirinê amade bike" ji bo jenosîdê li dijî fermandarên DAIŞ li gorî şehadetên ku di raporê de hatine.

Endama komîsyonê Vivit Muntarbhorn got dibe ku çekdarên DAIŞ ji neteweyên cuda bibin sûcbarên jenosîdê.

COI navên gumanlêkiriyên mumkin belav nake, lê wê agahiyan ligel hin welatên din ji bilî Iraq û Sûriyê pevbiguhere weke hewlekê ji bo destnîşankirina encamderên tundutûjiyê yên biyanî.

Li gorî hinek hevpeyvînên ligel rizgarbûyan, raporê dît ku DAIŞ "hewl da ku Êzîdiyan jinav bibe bi rêya kuştin, koletiya seksî, kolebûn, îşkencekirin û reftara dijmirovî û riswakirinê".

Belge nîşan didin ku fermandarên DAIŞ planên xuya danîbûn ji bo rakirina Êzîdiyan ji holê heta berî êrîşa li ser Şingalê jî, COI got.

Li gorî raporê, hîn 3,200 jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞ de ne, bi taybet li Sûriyê, ku jin weke koleyên seksî tên bikaranîn û kur tên rahênan da ku bibin çekdar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500