Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîka padaşta dayîna agahîyan li dor serkirdeyê DAIŞê bo10 milyon dolar zêde dike

AFP

Amerîka 24ê Hezîranê padaşta komkirina agahîyan derbarê serkirdeyê nû yê DAIŞê Emîr Muhemed Ebdul Rehman Mewla Selbî de duqat kir û bo10 milyon dolarî zêde kir. [Bernameya Padaştên bo Edaletê]

Amerîka 24ê Hezîranê padaşta komkirina agahîyan derbarê serkirdeyê nû yê DAIŞê Emîr Muhemed Ebdul Rehman Mewla Selbî de duqat kir û bo10 milyon dolarî zêde kir. [Bernameya Padaştên bo Edaletê]

Amerîka Çarşemê (24ê Hezîranê) padaşta girtina serkirdeyê rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) duqat kir û bo 10 milyon dolarî zêde kir , Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand.

Berî niha Amerîka pênc milyon dolar bo serê Emîr Muhemed Ebdul Rehman Mewla Selbî pêşkêş kiribû berî ku weke xelefê Ebû Bekir Bexdadî were naskirin, ku Cotmehê di êrîşekê de ji alîyê komandosên Amerîkî li Sûrîyayê hate kuştin.

Selbî di 1976an de ji dayîk bûye, lêkolînereke di warê şerîeta Îslamî de ku hinek fetwe derbarê helalkirina xwîna kêmnetewa Êzidî derxistibûn, tiştê hişt NY vê kampanyê bi qirikirina nijadî bi nav bike.

Tundrewan bi hezaran Êzidî kuştin, ên ku oleke kevin peyrew dikin, û bi hezaran jin revandin û firoştin dema li Rojhilata Navîn belav bûbûn.

Selbî ji malbateke Turkmen e, li bajarê Mûsilê yê Îraqê ji dayîk bûye, tiştê hişt yek ji wan kesên kêm ên ne Ereb be ku xwe di nava refên payebilind ên DAIŞê de bi cih kiribe, ku wê çaxê DAIŞê li beşine Îraq û Sûrîyayê hikum dikir û hinek xwebexş ji Rojava bi alîyê xwe de kişandibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ligel ku ew tundrew in,Turkmenên [êndamên] rêxistina DAIŞê tola xwe ji Kurdan hilandin, ji ber ku ew ji Kurdan aciz in û dilê wan tij e kîn e [li hember Kurdan.] Ev Turkmen, ku nevîyên Osmanîyan in û li Deşta Nînewayê û Kerkûkê dijîn, ne tenê xaka Kurdistanê dagir kirin, belê ew kîn û nefreteke mezin li hember Kurdan di dilê xwe dihlînin. Ev rewş di dema dawî de dijwartir bûye, piştî ku ew ji hêla hikûmeta faşist a Erdogan ve hatine piştgirîkirin.

BERSIV BIDE