Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Gelo serokê DAIŞê xelefê xwe dîyar kiriye?

Xalid Taî

Raport dibêjin ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, ku ev wêneyê wî ye, Ebû Ebdulah Qerdaş xelefê xwe destnîşan kiriye. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Raport dibêjin ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, ku ev wêneyê wî ye, Ebû Ebdulah Qerdaş xelefê xwe destnîşan kiriye. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Gelo rast e ku serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî xelefê xw dîyar kiriye?

Şirovekar dibêjin ku tevî ku gelek raport dibêjin ku wî destnîşan kiriye -- û hinek din dibêjin wî nekiriye -- rastîya herî li berçav ew e ku ev mijar bûye cihê nîqaşê û mijara cihê pêşbînîyê êdî bûye sedema tevlîhevî û parçebûnê di nava rêxistinê de.

Raportên yekem li dor berbijêrkirina Bexdadî xelefek ji xw re bi daxuyanîyekê di 8ê Tebaxê de ku jêdera wê ajansa propagandayî ya DAIŞê Amaq bû hat pêş.

Lê raportên karvedanî guman li dor rastîya daxuyanîyê dirust kirin, û dan zanîn ku ew li ser kenalên tundrew ên ku carê medya DAIŞ/Amaqa belav dikin nehatin weşandin.

Gelo dê Bexdadî kî hilbijêre? Û ji ber çi dibe ku ew bijare cihê gengeşeyê be?

Li gorî daxuyanîya rsen, Bexdadî welatîyê Îraqî û yek ji kesayetên xuyayî yên DAIŞê Ebdulah Qerdaş, herwiha bi navê Hacî Ebdulah tê naskirin, weke xelefê xwe destnîşan kir.

Medyaya Îraqî û Erebî qala heman navî kir, ku berî aniha dihat gotin ku lîderê girtî yê DAIŞê Ebû Zêd Îraqî navê Qerdaş weke kesekî ku dikare xelefê Bexdadî be pêşinyar kiribû.

Nîşanên parçebûnên kûr

Şirovekarên Îraqî dibêjin ku derketina avê Qerdaş nîşana parçebûnên kûr di nava rêxistinê de ne û ev ji hêla Bexdadî ve cihê tevlîhevîyê ye.

Wan got ku berbijêrkirina Qerdaş a pêşbînkirî, ku ew bi esil Turkman e, tiştekî namo û seyr e, liberçavgirtin pêdagîrîya rêxistinê li ser xeta Bexdadî weke "Qureyşîyekî", ku dirêjkirîya hoz û qebîleya ku Pêxember Muhmed jê hat.

Eger ev yek biçe serî, divê xelefê Bexdadî qebûlkirina destyeke şerîetê ku ji lîderên DAIŞê pêk tê bi dest bixe, bi rêya şêwirdarîyê bêhtir ji destnîşankirinê.

Hevdem, hinek raport dibêjin ku tendirustîya Bexdadî kambax dibe, û şer di hundirê rêxistinê de derdikevin, û kesên biyanî, nemaze Tunisî, hewl didin serhildanekê li hember wî li dar bixin.

Eger gotegotên li dor destnîşankirina xelefekî rast bin, dixuye ku bi tenê Bexdadî Qerdaş berbijêr kiriye ji ber ku ew zelamî wî ye, şirovekarê warê serbazî Sefa Asem ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev pirs dîyar dike ku "tevî rewşên ku rêxistin aniha jîyan dike" bo derxistina lîderekî ji DAIŞê re, dê ev biryar bawerdarîya fermandarên Bexdadî bihejîne, yên ku dê dadgehkirina wî bixin cihê pirsyarê.

Asem got ku destnîşankirina wî balê dikşîbe ser wendahîya DAIŞ jîyan dike, û weke "nîşandereke zelal a kaosê di nava rêzên rêxistinê ye, ji ber ku fermandarîyeke navendî tune ye".

Wî got ku piştî şikestina serbazî ya rêxistinê, paşmahîyên DAIŞê yan belawela ne yan jî veşartî ne, û da zanîn ku destnîşankirina Bexdadî ji xelefekî re, kî be ew kes, "dê qet qedera rêxistinê neguhere".

Dibe ku nerazîbûn berfireh bibe

Berbijêrkirina Bexdadî ji Qerdaş re dixuye ku bi awayekî serekî li ser bingeha pêwedîya di nav her du kesan de ye, pisporê siyasetê Îsam Feylî wiha nirxand.

"Her timî Qerdaş ligel Bexdadî bû ji dema ku ew bi hev re di girtîgehê de bû berî dora dehsal û nîvekê," wî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî got ku lê Bexdadî "dibe buhayeke mezin bide ji ber berbijêrkirina Qerdaş, ji ber bi vê pêngavê, serokê DAIŞê nebûna bawerîya xwe bi fermandarên xwe nîşan da".

Wî got ku, herwiha ji ber ku Qerdaş Îraqî ye, dibe ku ev yek "hesên margînalîzbûnê û nejadperestîyê di nava fermandarên DAIŞê de, nemaze yên biyanî, gur bike".

Feylî got ku ev yek dê parçebûnên di nava rêxistinê de kûr bike û "dibin bibe sedema esyanê".

Bexdadî bandora xwe di nava fermandarîya rêxistinê de ji dest daye, û dibe ku berbijêrkirina Qerdaş ji ber bijareyên wî yên sînordar bin, yên ku encameke vê jidestdanê ne, xebîrê warê ewlehî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku zêdeyî wiha, "nehevgirtina serokatîya bilind a DAIŞê" dibe Bexdadî neçar bike ku biryareke wiha bistîne.

Wî got ku lîderê xuyayî yê DAIŞê, "yê ku tu daxuyanîyeke ku vê berbijêrkirinê piştrast bike nedaye, planek an jî dîdgeheke wî ya zelal tune ye bo parastina xwe û rêxistina xwe ji qedera wan a reş -- ku ew jî yan mirin e û yan girtin e".

Ceyaşî got ku rêxistin di qeyranekê de ye û nikare xesarên xwe vegerîne, ne li ser asta çekdaran û ne jî li ser asta samanan.

Wî got ku ew nikare moralê çekdarên xwe bilind bike, û ji ber têkçûna maşîneya wê ya ragihandinê, ew nikare gotegot û pêşbînîyan bi dûr bixe.

"Qedera vê rêxistinê jinavçûn e, û êdî kes nikare vê pêvajoyê rawestîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bimire DAIŞ. Şerm e ji wan kesên ku wê dişopînin.

BERSIV BIDE

Bimire DAIŞ! Qedera wan mirin e, bi hêvîya Xwedê!

BERSIV BIDE

Hahahaah

BERSIV BIDE