Analîz |
2018-06-22

Gelo DAIŞ berhemeke Rojava ye?


Rûyê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di navbera posterên "teroristên navdewletî yên xwestî" de derdikeve ku desthilatên Îraqî di vê wêneyê de belav kirine, di 6ê Sibata 2018an de hatiye girtin. [Ehmed Rubeyî/AFP]
Rûyê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di navbera posterên "teroristên navdewletî yên xwestî" de derdikeve ku desthilatên Îraqî di vê wêneyê de belav kirine, di 6ê Sibata 2018an de hatiye girtin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Yek ji pirtirîn bîrdozîya komployê ya cihê xwe girtî di cîhana Îslamî de ew e ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û rêxistinên tundrû yên weke wê afrînerîyên dewletên Rojavayî ne, nemaze Aêmrîkayê.

bîrdozî, ya ku dibêje ev rêxistin weke behaneyekê bo destwerdana di dewletên Îslamî de tê bikaranîn, piştgirîyeke mezin jê re heye li cîhana Îslamî di navbera hejmareke mezin ji xelkê de, di nav de siyasetmedar.

Gelek ji akadîmîsyanan, pispor û kesên oldar dibêjin ku ev celeb ji bîrdozîyan derew in bo çemandina rastînîyan li ser rûyê erdê.


Serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî xuyangeke kêmpeyda bi awayekî eşkere di 2014an de çêkir, gava wî tiştê bi navê "Xîlafetê" ji mizgefta Nûrî li Mûsilê ragihand. [Wêne bi awayekî pir berbelav li ser netê hatiye weşandin]

Serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî xuyangeke kêmpeyda bi awayekî eşkere di 2014an de çêkir, gava wî tiştê bi navê "Xîlafetê" ji mizgefta Nûrî li Mûsilê ragihand. [Wêne bi awayekî pir berbelav li ser netê hatiye weşandin]


Skrînşûteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku di 4ê Adara 2018an de hatiye weşandin, teroristine DAIŞê ku sivîlên neçekdar li Afxanistanê dikujin diyar dike.

Skrînşûteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku di 4ê Adara 2018an de hatiye weşandin, teroristine DAIŞê ku sivîlên neçekdar li Afxanistanê dikujin diyar dike.


Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî siwareya serkirdeyekî payeberz ê bi navê Ehmed Hesen Ebû Xêr Mesrî armanc kir li bajarokê Mestûmayê li bakurî Sûrîyayê di Sibata 2017an de. [Wêne li ser rûpelên medyaya civakî yên Qaîdayê hatiye weşan]

Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî siwareya serkirdeyekî payeberz ê bi navê Ehmed Hesen Ebû Xêr Mesrî armanc kir li bajarokê Mestûmayê li bakurî Sûrîyayê di Sibata 2017an de. [Wêne li ser rûpelên medyaya civakî yên Qaîdayê hatiye weşan]


Skrînşûteke ji vidyoyeke propogendî ya DAIŞê ku di 4ê Adara 2018an de hatiye weşandin, bandora êrîşa asmanî ya hevpeymanîya navdewletî li ser asêgeheke DAIŞê li Afxanistanê diyar dike.

Skrînşûteke ji vidyoyeke propogendî ya DAIŞê ku di 4ê Adara 2018an de hatiye weşandin, bandora êrîşa asmanî ya hevpeymanîya navdewletî li ser asêgeheke DAIŞê li Afxanistanê diyar dike.

"Di rêya biserxistina weke van bîrdozîyan de, hinek hêz bi rastî dixwazin tevlihevîyê têxin nava xelkê derbarê hovtîya toreyên cîhanî yên tund de," lêkolînerê olî li Keratşîyê Elame Ehsan Sidqî got ê serpereştîya komîteya olan dike bo aştî û ahengîyê.

Dîroka destpêka DAIŞê li Rojhilata Navîn ne cihê lêpirsînê ye, wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku yek dikare bi rayên xwe li Ebû Museb Zerqawî vegere".

Ew çekdarekî Urdinî ye ku di 2004an de tevlî Qaîdayê bûye, Zerqawî bû sozdarê Usama Bin Ladin, daku paşê bibe yekemîn emîrên Qaîdayê li Îraqê.

Kok li Îraqê ne

Ebû Bekir Bexdadî -- yê aniha DAIŞê bi rê ve dibe -- tevlî DAIŞê bû li Îraqî piştî salekî di 2005an de, piştî derketina ji zindana Kamp Buca li Bexdayê, ku hatibû giritn gava ew di serlêdana teroristekî xwestî de hate zeftkirin.

Ew di 1971ê de li gundê Cîlamê hatiye dinyayê, başûrî Samirayê, Bexdadî paşê çû Bexdayê bo berdewamkirina xwendina xwe, Hîşam Haşimî got, ê ku du pirtûk derbarê DAIŞê de; "Cîhana DAIŞê û DAIŞ ji hundir ve" nivîsandiye.

Haşimî got ku ew ji piçûkanîya xwe ve, bi îdyolojîya Selefî bandor bûye, û belavkirina nerînên xwe yên tundrû weke îmamekî mizgefta Bexdayê dom kir.

Ew kesayeteke sereke ye di rêxistina tund Artêşa Mensûra ya Tayifî de, Bexdadî pêşkêşî Qaîdayê bû di rêya pismamê wî Mela Fewzî Bedrî re, û soz da serkirde Zerqawî wê çaxê.

Zerqawî di êrîşeke Amêrkayî de di Hezîrana 2006an de dimire.

"Haşimî got ji çaxa kuştina Zerqawî de, Bexdadî di rêya astên Ebû Umer Bexdadî (Hamid Dawûd Mihemed Xelîl Zawî) de dikarîbû hilbiperike."

Piştî wê, li jêr birêveberîya Ebû Hemze Muhacir xizmet kir, serokê Mesrî yê Qaîdayê li Îraqê, rê jê re vekir da bibe serokê DAIŞê".

Haşimî dide zanîn ku kuştina Muhacir, ê hêzên Îraqî wî di 2010an de kuştine, hişte Bexdadî bibe serok.

Wî got Bexdadî hate hilbijartin bo "DAIŞa teze bi rê ve bibe", lê hêvîyên xwe bilind kiribûn, û xewna vejandina xîlafeta Îslamî dixwest.

"Di 2011an de, Bexdadî giriftarîya Sûrîyayê keysbaz kir û hinek peyrewên xwe yên nêzîk şandin bo razîkirina endamên Qaîdayê yên li rojhilatî Sûrîyayê bûn bi ramana xîlafetê û bo dest ji rêxistina xwe ya sereke berdin û tevlî DAIŞê bibin, a ku dest pê kir da bihêztir bibe," Haşimî anî ziman.

Di Nîsana 2011an de, ew di kişandina birêveberî û rêxistinên Sûrî de yên girêdayî îdyolojîya Qaîdayê bûn bi ser ket, ku bi vê yekê sazûmenîya DAIŞê ragihandin.

Derewin nayên jimartin

Lêkolînvanê warê siyasî yê Misrî Ebdul Nebî Bekar, profesor li fakultîya şeîetê û zagonê li Zanîngeha Ezherê ji Diyaruna re got ku zêdebûna komên terorî li herêmê derewên nayên hejmartin bi xwe re anî meydanê.

"Bi awirkirima li ser rastîyên siyasî û dîrokî, em nerewabûyîna zelal a van angaştên ku ji alîyê alîyên nenas ve hatin belavkirin dibînin," wî got.

Wî got ku ev angaşt bi berferehî hatin bawerkirin, "ji ber ew hatine dubarekirin û gelek siyasetvanan li herêmê ew dubare kirin".

"Çawa DAIŞ, weke mînak, dikare bi destê Amerîka hatibe avakirin, dema ku ew ji Qaîdayê li Îraqê hatiye, ku ew jî ji alîyê Ebû Museb Zerqawî ve hatiye damezrandin, û berî wî Bin Ladin?" Bekar pirsyar kir.

Mihemed Amir Rana, birêveberê Peymangeha Pakê bo Lêkolînên Aştîyê ya navenda wê li Islamabad e, got ku pir zelal e ku DAIŞ li ser destê lîderên Qaîdayê yên li Îraq û Sûrîyayê aktîvbûn hatiye damezrandin.

"Tu nîşan tune ye ku DAIŞ berhemeke Amerîkî be," pisposê Îraqî Haşimî wiha got.

"Rêxistinê serî hilda û karîn û taktîkên xwe yên şervanîyê bi pêş xistin bi bikaranîna şîyanên xwe," wî got. "Ew ne rast e, ku ligel rêxistinên din ên fendamentalîst, rênima û arastekarîyê ji CIA û yên din werdigrin."

"Amerîka DAIŞ danemezrandîye," Cuma Xan Hemderd, parêzgarê berê yên parêzgeha Helmand a Afxanistanê got.

"DAIŞ mezintirîn dijminê Amerîkayê ye û li dijî wê ye, çawa kesek dikare bibêje wê ew damezrandiye?" wî pirsyar kir.

Parlemantarê Afxan ji parêzgeha Nangerhar, Amir Xan Yar got ku Amerîka di cengekê de yeli hember DAIŞê li Afxanistanê.

"Li Nangerhar, her roj em dibîninew şerê çekdarên DAIŞê dikin, ew leşkerên xwe dikin gorî bo aramîyê li Afxanistanê biçesipînin," wî got, û da zanîn ku Amerîka dê "qet" destekê nede DAIŞê.

Taktîkên jirêderxistinê

"Birdozîya komployê ne nû ye," profesora civaknasîyê li Zanîngeha Qahîrayê Besîma Husnî, got ku "ew bi tenê zincîrek ji derewên baş hûnandî ne".

Ji ber ku derew ji alîyê xelk û peymangehên xwedan rastgoyî di nava cemawerên xwe de tên belavkirin, lerwa "weke rastîyan tê dîtin an jî mîna komployeke rîstî li dijî gelên aramckirî", wê ji Diyaruna re got.

Husnî got ku raya giştî bêhtirê caran pirsên xwe lêkolîn nake, û dibe bê xapandin bi daxuyanîyên kesayetên baş-naskirî.

Wê got ku ev yek dibe bihêle ku xelk koka kêşeyê wenda bike, û ev yek jî rayê bîrdozîya komployê ye, ev yek jî "faktorekî veguhêzer e bo dirêjkirina kêşeyê bo dirêjtirîn dem".

Serokê Desteya Zanayên Musilman li Îraqê Şêx Xalid Mula ji Diyaruna re got "hejmartina DAIŞ weke berhemeke Amerîkî" hewleke bo dûrkirina kêşeya terorîzmê û tundrewîyê ji cîhana Îslamî.

"Gelo mentiqî ye mirov bibêje Amerîka hizrê 1.5 milyar musilman kontrol dike û ew biryarên Muslimanan dadirêje?" wî pirsyar kir.

"Çima em nabêjin ku DAIŞ berhema ramanên tundrew ên zanayên olê ye [yên ew belav dikin], û heriwha yên desthilatdarîyê ye bo lîstina bi hestên Musilmanên ciwan û kontrolkirina hişên wan bo bercewendîyên kesane û yên siyasî?" wî got.

Rista rejîma Îranî

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) propaganda kirine ku milmilanîyên li dar li Rojhilata Navîn ji alîyê dewletên Rojavayî ve, nemaze Amerîka tên gurkirin, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Medyaya Îranî bi berdewamî vê bîrdozîyê û angaştan dide pêş, ên ku dibêjin ku êrîşên terorî li herêmê beşek in ji komploya Amerîkayê ya li dijî gelên herêmê bo xizmetkirina bercewendîyên xwe, lêkolînvan di Navenda Şerq bo Lêkolîn Stratejî û Herêmî Fethî Seyid, ê pispor di karûbarên Îranî de, got.

Seyid got ku belavbûna bîrdozîya komployê tê destekdayîn ji alîyê gelek kenalên asmanî yên komên bi ser Îranê ve mîna Hizbulaha Lubnanî.

Ew bawer dike ku Pasdaran li pişt belavbûyîna van derewan e, û got ku wê bi rêkûpêkî destek daye komên tundrew, di nav de Qaîda.

"Sedema belavbûna vê derewê ya yekmîn dagerandina lomekirinê ye [ji alîyê Pasdaran ve] û [ya duyemîn] bidesxistina behaneyekê bo destwerdana wê di herêmê de," Bekar, profîsorê zagonê li Ezherê got.

Wî anî ziman ku Îran bîrdozîya komployê keysbaz kir "bo destdayîna li ser tayîfa Şîyî li herêma Erebî li jêr perdeya sekna li hember projeya Amêrkî û parastina wan [Şîyan] ji hewldanên tunekirina hebûna wan."

Tu vê mijarê diecibînî?

25 Di icons no
* MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE
Captcha

Di blue bubble 1 KOMÊNT

علي | 2018-06-27

Herêm dikeve jêr bernameyên baş palnkirî ji mendîbûna hizirî, xerabkirina çandî, aborî û civakî li gorî pêdivîyên her qonaxekê. Wehabîtî, Behaî, Basîtî, Rastaxêzîtî, Qaîda û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a ku şiyanên mezin derbarê rêxistinbûyînê, medya, teknolojîya û şerê derûnî ku ev yek li nik niştecihên deverê tune ye rû daye, ji hizirên rojavayîyan ê dagirker. Ku tiştê li cem mirov nebe nikare bide.

BERSIV BIDE