Nûçeyên Iraqê

NY: Rejîma Sûrî û opozisyon tawanên şer li Helebê pêk anîne

Hemû aliyên Sûrî ku li şerê Helebê beşdar bûn tawanên şer pêk anîne û rêkeftina valakirina sivîlan piştî şikandina opozisyonê "tawana awarekirina bi zorê bû", NY vekolîneke NY roja Çarşemê (Yekê Adarê) ragihand.

Komosyona NY ya Vekolînan derbarê Sûriyê binpêkirin bibelge kirin, mîna êrîşên kîmyawî û sêdarekirina sivîlan di dema dorpêçkirina pênc mehî ya rejîmê ji rojhilatê Helebê re, ku asêgeheke opozisyonê ya girîng bû, li gorî AFP.

Ji 21ê Tîrmehê heta 22ê Kanûna Yekem ve, dema ku hêzên hukmetê bajar vegerandin, hêzên asmanî yên Sûrî û alîgirên wê "êrîşên rojane" li ser Helebê pêk tanîn, komosyonê got.

Delîlekî zilal besrdest e ku balafirên serbazî yên Sûrî "madeyên kîmyawî yên jehrî" avêtin, "mîna klorê", raportê got.

Bombebarankirinên asmanî gelek caran nexweşxane, bazar, û deverên niştcihbûyî kirine armanc.

Di pêşketineke nû de, vekoleran got ku delîl heye Şamê ji êrîşên asmanî yên 19ê Îlonê li Helebê berpirs bû ku bi mebest karwaneke alîkariyên mirovî kir armanc û herî kêm 10 karmendên karwanê hatin kuştin.

Hukmeta Sûrî bi dijwarî rad kir ku ew berpirsê bombekirina Urem Kubra ye û vekolîneke NY ya din di Kanûna Yekemê got ku ne mumkin e gazin bên kirin.

Vekolîn Helebê bi dîmenekî ji "tundûtûjiya bêdawî" wesf kir ku sivîl li rojhilata di destê opozisyonê de û rojavaya di bi kontrola hukmetê de "qurbaniya tawanên şer ên bi destê herdu aliyan bûn".

Girûpên opozisyon yên cuda li Helebê, Enya Nusra jî di nav wan de, ku aniha bi navê Enya Fetih el-Şam tên naskirin, sivîl li rojavayê Helebê bombebaran dikirin û bi bêcudahî û bê armanceke serbazî ya diyar êrîş dikirin, vekolînê got.

Rêkeftina valakirinan di nav aliyên dijber de û ya ku hişt sivîl ber bi rojavayê Helebê ve biçin anjî ber bi Idlibê ve bên veguhestin, sivîl "bê bijareya manê" hiştin, vekolîne got.

"Rêkeftinên wiha weke tawanên şer yên awarekirina bi darêzorê ya xelkê sivîl tên hejmartin", vekolerên NY gihiştin vê encamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500