Nûçeyên Iraqê

Kwalisyona Mafên Mirov li NY bang li Civata Ewlekairyê dike ku mafê Vîto li dor Sûriyê sînordar bike

Kwalisyona Mafên Mirov li NY roja Sêşemê (4ê cotmehê) banga karên ji bo bidawîkirina trajîdya li Heleba Sûriyê dike û bang li Civata Ewlekariyê kir ku mafê vîto ya endaman sînordar bike, AFP ragihand.

"Divê gavên neasayî bên dayîn jibo rûbirûbyûna vê dijwariya û tundûtûjî û wêraniya li her deverê" Zeyd Raed El Husên di daxuyaniyekê de got, û kuştina 100 zarokan di 10 rojan de li rojhilatê Helebê ya di bin destê opozisyonê şermezar kir .

"Encumena Ewlekarî ya NY, bi bêyî derengbûneke zêdetir, divê wan konseptên ku nehêle endamên mafê vîto di rewşên cidî de mîna tawanên şer, tawanên dijî mirovahiyê yanjî tevkujî bikar bînin destnîşand bike," wî got.

Sînordarkirina mafê veto yê pênc endamên berdewam yên Encumena Ewlekariyê, wî got, dê şandina keysa Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî li Heygê gengaz bike.

Hewlên pêştir ên şandina vê keysê ji aliyê Rûsiya ve, alîgerê sereke yê Serokê Sûriyê Beşar el-Esed, hatibûn vîtokirin.

Heleb, ku berê hêzbexşa bazirganiya Sûriyê bû, niha dilê kampanyaya serbazî ya hêzên rejîma Sûrî û Rûsiya ye.

Êrîşa ku 22ê Îlonê destpê kir sedên sivîlên bê tawan kuştî hişt û nexweşxane û avahiyên niştecihbûnê li devera di kontorla opozisyonê de bi erdê re rast kirin, ku li wir dora 250,000 kesan li jêr dorpêça hukmetê de jiyan dikin.

Zeyd got ku şandina vê keysê bo Dadgeha Tawanên Navdewltî "dê bihicet be ji ber ku belavbûna bêcezakirinê ya gelek bişok ku bû ye sifeta krîzê û berfirehbûna hecmê tawanên hatine kirin".

Hinek ji tawanan, wî got, "dê bi rastî gehine asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500