Nûçeyên Iraqê

Serokê NY banga şandina doseya Sûriyê bo dadgeha tawanên şer dubare dike

Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Duşemê (10ê Cotmehê) bang li Encumena Ewlekariyê kir ku bi awayekî formî daxwaza destêpêkirina lêpirsînê derbarê tawanên şer li Sûriyê bike, AFP ragihand.

Daxwazeke wiha di sala 2014an de ji aliyê Rûsiya û Çînê, yên ku xwedan hêza vîto ne, ve rastî astengiyê hat, lê belê Ban got ku lazime encumen dîsan hewil bide.

"Ez ji Encumena Ewlekariyê dixwazim dikim û bang li wan dikim ku vê meselê bişînin Dadgeha Tawanên Navdewletî. Ez dîsan bang li wan dikim," wî got.

Dema wî wesfa rewşa Helebê bi "dilşkêner" dike Ban dibêje ku ew nekêfxweş bû ji ber ku encumenê nikarî roja Yekşemê di civînekê de çaxê redkirina herdu biryaran tiştekî bike.

Rûsiya nivîsandineke Fransî ya ku daxwaza bidawîanîna bombebarankirina asmanî ya li ser Helebê ligel firînên serbazî dikir vîto kir, hevdem nivîsîneke din ji aliyê Rûsiya ve weke tedbîrêke duyemîn ku banga agibestekê dikir bi serneket.

Roja Sêşemê herî kêm 12 sivîl, 4 zarok di nav wan de hebûn, di bombebarankirinên zêde dijwar de li deverên li jêr kontrola opoziyonê li Helebê hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500