Nûçeyên Iraqê

Encûmena Ewlekarîyê ya NY civîneke awarte derbarê Sûriyê li dar dixe

Encûmena Ewlekarîyê ya NY civîneke girtî bi awayekî warte roja Înê (7ê Cotmehê) ji bo gotûbêjkirina rewşa li Sûriyê li dar xist, AFP ragihand.

Rûsiya daxwaza civînê kir ji bo guhdarîkirina nûnerê NY Staffan de Mistura, yê ku bi rêya vidyo Konfiransê ji Cinêv bi encumenê re di têkiliyê de bû, dîplomatan got.

De Mistura zûtir bal kişand ser Rûsiya yê, got jî ku bombebarankirina bê serûber ya bajêr ku bi sedên hezaran welatiyên sivîl lê dimînin bi tenê ji bo derxistina çend sed tundrewan kiryarekî ne berpirsane ye.

"Em behsa 900 kesan dikin, di binyadê de, yên ku dibin sedema serekî ji bo êrîşa li ser cihekî ku 275.000 kesan vedihewîne" de Mistura got.

Wê ev be, wî pirsî, bihaneya "wêrankirina bajar?"

Şander bang li şervanên Enîya Fetih Şam kir ku ji Helebê li gorî rêkeftinekê derkevin ji bo rawestandina êrîşên rêjîmê yên li ser bajêr.

Pêşiya hevdîtinên girtî yên roja Înê, Brîtanya û Fransa banga bidawîkirina li kampanya bombebarankirina Rusiya û Sûriyê ya li ser Helebê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500