Nûçeyên Iraqê

NY hêvî dike ku danûstandinên Sûriyê di "çend hefteyên bên" de bidomin

Cîgirê şanderê NY bo Sûriyê roja Pêncşemê (22ê Îlonê) got ku ew hêvî dike danûsatandinên aştiyê di hefteyên bên de dîsan dewam bikin, tevî bûyerên "reşbînîbexş" ên li ser zemînê, AFP ragihand.

Remzî Izedîn Remzî got ku serokê wî, şanderên NY Staffan de Mistura, ligel aliyên şer di giftûgoyekê de bû daku "danûstandinên dîrekt" organîze bikin, xalek ecuda ji danûstandinên berê yên ku aliyên şer bi cuda ligel navbênkar rûniştin .

NY "bi dîtineke encamdayîna van danûstandinan nêzîk dibe û hêvîdar e ew di çend hefetiyên bên de pêk bên", wî got.

Tevî astengiyan, wî got, NY "tu carî dest ji proseya siyasî ber nade" daku cenga Sûriyê ya pênc-salî bidawî bê, wî anî ziman jî.

Rêkeftina herî dawî ya bi navbênkariya Emerîka û Rûsiya hat ruxandin, lê belê Remzî tekez dike ku herdu alî "îsrar dikin ku bihêlin rêkeftin kar bike".

Hevdem, şerên dijwar navçeya Ramûsa ya li gundewarên başûrê-rojavayê Helebê roja Pêncşemê hejand, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku 14 êrîş li ser taxên Bustan Qesir û Kelasa ku ew di dest opozisyonê de di şevekê de pêk hatin "û bûne sedema agirên mezin".

Serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got ku ew "bihêztirîn êrîş bûn di çend mehên dawî de" li ser van du taxan û heft kesan kuştin, ji wan sê jin bûn û sê zarok bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500